Botan bi rengên Partiya Çep a Kesk xemilî 2023-04-28 18:16:54     ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li gelek navçeyên Şirnexê  bername lidarxistin.    Xebatên hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk bênavber bi coşek mezin berdewam dike. Partiya Çep a Kesk bi namzetên xwe yên Şirnexê li navçeyên Şirnexê bernameyan cur bi cur lidarxistin.    Dêrgûl   Partiya Çep a Kesk li bajarokê Dêrgûlê ya Şirnexê şahiya gel lidar xist. Namzeta Partiya Çepên Kesk yê Şirnexê Newroz Uysal, Rêxistina Partiyên Çep a Kesk yê Bajarokê Dêrgûlê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Bajarê Şirnexê û Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek beşdarî bûn. Şahî li ber bûroya hilbijartinê ya Dêrgûlê pêk hat. Şahiyê de dîmenên rengîn pêk hatin.    Di şahiyê de namzet Newroz Uysal, diyar kir ku  Gelê Kurd li dijî sîyaseta tunehesibandinê 50 sal in têdikoşe û got: “Ev desthîlatdar ji hêz, siyaset û têkoşîna me ditirse ku li Amedê hevalên me girtin. Ev 50 sal in vî sîyaseta dijminatiyê li ser me dimeşînin. Lê çi bikin jî bi ser nakevin. Em hene û xwediyê vê axê nin.”   Şahî bi govend gerandinê bidawî bû.   Hezex   Li Hezexê jî serdana li gundên Elcanî, Erzanix, Tîlela, Mîzgevtok, Cerahî û Xendek hate kirin. Serdana gundan bi tevlîbûna namzeta Partiya Çep a Kesk yê Şirnexê Ayşegul Dogan ve hate kirin. Bal û eleqeyek mezin ji hêla gel ve hate nîşandan.    Cizîr   Li Cizîrê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Nêhrbê, Gozik û Ernebat hate kirin. Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, namzetê Şirnexê Zekî Îrmez û rêxistina Partiya Çep a Kesk yê Cizîrê beşdarî bernameyê bûn.    Silopya   Li Taxa Başakê ya Silopyayê jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Vekirina bûroyê bi beşdariya namzetê Şirnexê Bedîrhan Osal ve pêk hat.