Rojnamegerên binçavan de birin edliyeyê 2023-04-28 17:52:22     AMED - Rojnameger Ahmet Kanbal, Salîh Keleş û Osman Akin ku di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji van herî kêm 128 kes hatibûn binçavkirin.   Duh rojnameger Berîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdûrrahman Gok û Remzî Akkaya jî di nav de 28 kes hatin girtin û 31 kes jî hatin berdan. Rojnameger Ahmet Kanbal, Salîh Keleş û Osman Akin ku ji 25'ê Nîsanê ve di binçavan de ne, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.