Li dijî binçavkirinan bertek: Em ê lîstikên wan vala derxînin 2023-04-28 16:08:14     AMED - Di daxuyaniya di pêşengiya Partiya Çep a Kesk de ku li ber Edliyeya Amedê li dijî binçavkirin û girtinan hat dayîn de wiha hat gotin, " Me çawa lîstikên wan ên din vala derxistin em ê vê jî vala derxînin."   Di operasyona 25’ê Nîsanê ya navenda wê Amed bû de ku li 21 bajaran hat kirin, zêdetirî 130 kesî hatin binçavkirin. Ji van kesan 31 hatin berdan û 28 kes hatin girtin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokê HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku ev operasyon bi zanebûn beriya hilbijartinê hatiye kirin û ew ê roja hilbijartinê hesab ji desthilatdariyê bipirsin.    'Operasyon li dijî gelê Kurd e'   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku ev operasyon bi awayek toyekûn li ser gelê kurd pêk hatiye û got: “Her ku hilbijartin nêz dibe, desthilatdarî ditirse û tirsa têkçûnê dikeve dilê wan. Ev tirsa têkçûnê berê wan dide kurdan. Dixwaze tepisandina gelê kurd di hilbijartinê de bi ser bkeve. Em ê hesabê van lîstikên wan qirêj roja 14’ê Gulanê ji wan bixwazin û lîstikên wan pûç bikin. Li dijî êrişan dê îradeya gel bi ser bikeve. Wê siyaseta demoratîk bi ser bikeve.”    'Wê ev gel bersiva we bide'   Piştre namzedê Partiya Çep a Kesk parêzer Mehmet Emîn Aktar jî got ku dîsa hilbijartinek heye û got, "Dîsa kesên bi gûman kurd in. Ji ber  vê hewce bi delîlan tune ye. Li holê senaryo hene. Li ser dosyayê biryara sînordarkirin heye. Li holê derewên kesekî 24-25 salî hene. Ev hemû ji bo ku rojnameger rastiyan nenivîsin, parêzer parastinê nekin, siyasetmedar rastiyan nebêjin û şanoger pişeyê xwe nekin hatine kirin. Piştî operasyonê xebatên me zêdetir bûn û gelê me paşve gav neavêt. Hiqûqk ji we re jî lazime. Dest ji pêkanînên xwe berdin. Dê ev gel di 14'ê Gulanê de bersiva we bide."   Girse piştî daxuyaniyê bendemayîna xwe li ber edliyê didomîne.