Ji bo Roboskî edalet hat xwestin 2023-04-28 16:07:15     ENQERE - Hewldana Ji bo Roboskî Edalet, derbarê meha 136’emîn a Qetlîama Roboskiyê de daxuyaniyek da û got: "Teqez rêya edalet û aştiyê wê pêşî di Roboskiyê re derbas bibe. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û em nedin jibîrkirin.”     Hewldana Ji bo Roboskiyê Edalet têkildarî meha 136’emîn a Qetlîama Roboskiyê ku 19 jê zarok 34 qurbanî canê xwe ji dest dabûn, li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, carek din qet Roboskî pêk neyê” hat vekirin. Rêveberê ÎHD’a Enqereyê Tanjû Guduzalp daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Bi ser qetlîama Roboskiyê re 11 sal deras bûn. 136 meh in ev êş nehatiye jibîrkirin. Gundek, civakek û welatek 136 meh in li edaletê digerin. 519 hefte ye edalet û hiqûq winda ye, her kes bêdeng e. Mixabin tenê êşê kirin para malbatan. Hê edalet pêk nehatiye lê li ser vê yekê rojnamevan, hunermend, hiqûqnas û siyasetmedar tên binçavkirin û girtin.   Kujer nehatin darizandin. Ji ber ku dewlet lêborînê naxwaze neheqî didome. Dewletê mafên bingehîn ên welatiyan neparast. Zextên dewletê li ser gel dewam dike. Roboskî remza welat e. Heke edalet were Roboskî dê were Tirkiyeyê jî.    Heta ku edalet pêk neyê dê pêşî li qetlîaman neyê girtin. Teqez rêya edalet û aştiyê wê pêşî di Roboskiyê re derbas bibe. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û em nedin jibîrkirin.”