Li Swîsreyê civîna hilbijartinê hat lidarxistin 2023-04-28 15:50:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komeleya Elewiyan a Aargaûyê civîna hilbijartinê hate lidarxistin. Di civînê de ev bang hate kirin: “Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”   Li Swîsreyê ji sibe û şûn de hilbijêr wê biçin ser sindoqan û qasî 9 rojan wê di navbera saet 09.00 hetanî 21.00’an de dengê xwe bi kar bînin. Xebatên Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê bê navber dewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de li Komeleya Elewiyan a Aarhaûyê ya li bajarê Wîndîsh ê girêdayî kantona Aargaûyê civîna gel hate lidarxistin. Rêveberên komeleya Elewiyan a Aargaûyê, rêveberên Komeleya Suryanî ya Tûrgî, hevberdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê û parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca tevlî civînê bûn.   'Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk'   Di civînê de destpêkê rêveberê Komeleya Elewiyan a Wîndîschê Mûstafa Kaya axivî. Mûstafa diyar kir ku demek kurt ji hilbijartinan re maye û got: “Em di hilbijartinên serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû û di hilbijartinên parlamenteriyê de jî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”   Rêveberê Komeleya Suryanî ya Tûrgî Cebraîl Steyfo jî wiha got: “Em weke Suryanî wê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Eger em bibin yek, wê teqez ser bikevin.”   Hevberdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê Seda Can destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dikin û ev tişt got: “Berpirsyariyek mezin li ser milê me heye, divê em vê yekê pêk bînin.”   'Ji bo têkbirina vê sîstemê wê herkes bixebite'   Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Em di hilbijartinên 2018’an de li Swîsreyê weke partiya yekemîn derketin. Lê ji her 2 hilbijêrên ku li Swîsreyê dijîn, yek neçûye ser sindoqan. Lewma divê em xwe bigihînin mirovan ku biçin ser sindoqan. Divê her kes xizm û cîranên xwe bîne. Ez bawer dikim ku ji bo têkbirina vê sîstema ceberût, wê her kes bixebite.”