Li Kobanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin 2023-04-28 15:07:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Kobanê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet û Sûriyeyeke demokratîk em Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin” 1’ê Gulanê pîroz kir.   Şêniyên kantona Kobanê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet û Sûriyeyeke demokratîk em Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin” 1’ê Gulanê pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê ve li daristana li bajêr hat lidarxistin û bi dehan şêniyên bajêr, xebatkar, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li kantonê beşdar bûn.   Li cihê pîrozbahiyê pankertên “Nirxê civakê bi keda mezin e” û “Bijî 1'ê Gulanê” hatin daliqandin.   Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Hedle Hesen di pîrozbahiyê de axivî û got: “Kedkar xwediyên rasteqîn ên welatan in, ji ber ku kedê didin û zilmê dibînin jî, lê teslîm nabin.”   Hedle destnîşan kir ku nirxê 1’ê Gulanê mezin e, lê belê pergalên zordest nahêlin kedkar bi aştî bijîn û wiha dom kir: “Kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li dijî kedkaran mînaka wê yekê ye.”   Piştî axaftinan, komên stranan derketin ser dikê û beşdaran govend gerand.   Di dawiya pîrozbahiyê de 15 saziyên kedkaran ên li herêma Firatê ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatin xelatkirin.