Nobeda Edaletê di roja 767'an de ye 2023-04-28 14:14:15     RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne bal kişand ser axaftina Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û ev peyam parve kir: “Gel baş dizane ku kesên eniya wan li cilnimêjê dikevin ketine nav çi karên qirêj. Cilnimêj û secde eniyên qirêj paqij nakin!”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’yan de li ber Edliyeya Rihayê dabû dest pê kirin di roja 767’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji navçeya Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” dest bi nobeta xwe kirin.   Malbatê li ser hesaba xwe yê medyaya dîjîtal bal kişan ser axaftina Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag a duh li Rihayê û ev peyam parve kir: “Gel baş dizane ku kesên eniya wan li cilnimêjê dikevin ketina nav çi karên qirêj. Cilnimêj û secde eniyên qirêj paqij nakin! Gelê birûmet ê Rihayê wê di 14’ê Gulanê de bersiva herî baş a Bekîr Bozdag ê li welat EDALET qetil kir bide.”