Li Şehbayê 9 meh in dorpêç û ambargo didome 2023-04-28 12:44:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Ambargo û dorpeça hikûmeta Şamê ya li hemberî koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê 9 meh in didome. Ambargo û dorpêç her ku diçe jiyana rojane ya welatiyan dixe nava xetereye.    Piştî dagirkirina Efrînê di 18'ê adara 2018'an de şêniyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn. Lê azarên wan bi dawî nebûn, hikumeta Şamê jî dorpêçeke giran li xelkê kantona Şehbayê û koçberên Efrînê ferz kir. Dorpêç û ambargo jiyana rojane ya welatiyan xistiye nava zehmetiyan.    Derman, xwarin û sotemenî qedexe ye   Li gorî nûçeyên ajansên ANHA û ANF'ê di tebaxa 2022'yan de hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser kantonê girantir kir û derbaskirina derman, sotemenî û xwarin qedexe kir, ku bi vê yekê hewl dide berxwedana koçberên efrînî têk bibe. Dorpêça giran meha xwe ya 9'emîn temam kir ku di encamê de jî rewşa koçberên efrînî û şêniyên kantonê xerabtir bû.   Rojê tenê 2 saet kehrebe heye   Di van 9 mehan de hikumeta Şamê tenê ji sedî 20`ê pêdiviyên şêniyên kantonê yên mazotê derbas kirin. Di encamê de jî çûn û hatin û veguhastina di nav navçe û bajarokên kantonê de zehmettir bû. Her wiha kêmbûna mazotê hişt ku rêveberiya kantonê berî 2 mehan saetên pêxistina jeneratorên kehrebeyê jî kêm bike ku berê rojane 19 heta 21 saet pê dixist û niha rojê tenê 2 saet kehrebe heye. Ji bo her malbatekê ampîrek yan du ampîr veqetandiye. Di 27'ê vê nîsanê de jî ji ber qutbûna mazotê rêveberî kehrebe bi temamî qut kir. Di çarçoveya vê dorpêçê de û di sedsala 21'em de, şênî êdî nikarin cilşoyên otomatîk bi kar bînin û cilan bi destê xwe dişon. Her wiha piraniya şêniyên kantonê jî nikarin li televîzyona temaşe bikin û geşedanên li herêmê rû didin bişopînin.   Bandor li jiyana rojane kir    Li kantonê her lîtreyeke mazot bi 7 hezar heta 8 hezar lîreyên sûriyeyê tê frotin, lîtreya benzînê jî bi 11 hezar heta 13 hezar lîre ye, ji ber wê jî piraniya şêniyên kantonê zivistana borî bi şewitandina bermahiyan û plastîkê derbas kir. Dorpêç bandor li hemû aliyên jiyanê yên welatiyên kantonê û koçberên Efrîn kiriye, şênî ji bo germkirina ava serşûştinê û pêjandina xwarinê, rêbazeke nû afirandin. Şênî ji bo wê babûr bi kar tînin. Ev babûr bi gaz tên pêxistin, lê ji ber ku gaz ji mazotê bihatir e, şêniyan seriyên babûran bi seriyên din guhertin ku ji bo bikaranîna mazotê guncew in. Dema ku nirxê tûpa gazê di sûka reş de gihaştiye 150 hezar lîre, xelkê kantonê, koçberên Efrînê û şêniyên ji ber erdheja 6`ê sibatê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li kantonê bi cih bûne, gazê bi kilo dikirin. Kîloya gazê 9 hezar lîre ye û tenê ji bo amadkirina çay û qehweyê bi kar tînin.   Nikarin amûrên tenduristiyê temam bikin   Nexweşxaneye Avrîn û Til Rifat, du naxweşxaneyên ku ji aliyê Desteya Tenduristî ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve hatiye vekirin. Lê, ji ber dorpêçê amûrên pêwîst a her du nexweşxaneyan bi temamî nehatiye temamkirin. Neweşxaneya Til Rifat ya ku li navenda navçeya Til Rifatê ye, her roj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombekirin. Ev yek têr nake bi ser de jî ji aliyê peydakirina derman gelek pirsgirêkan dijî. Nexweşxaneya Avrîn jî ya ku li navçeya Fafînê ye, ji ber nikarin pêdiviyên gel pêşwazî bikin di nava aloziyek mezin de dijî. Ji ber kêmbûna sotemenî hemû jeneratorên ku ceyranê didin nexweşxanyê  li ber rewistandinê ne. Her wiha piraniya ambûlans hatine seknandin. Ligel vê jî derman qediyane. Her wiha Heyva Sor a Kurd jî, li her kamp û herêmeke Şehbayê navenda xwe avakirî, ji bo pêwîstiyên gel yên tenduristî pêk bînin. Lê ew jî ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê li ser Şehbayê zehmetiyên mezin ji bo peydakirina derman dijîn.   Şehba bi giştî di tarîtiyê de dimîne   Hevseroka Desteya Şeredariyan û Rêveberiya Xwecihî a Kantona Şehba û Efrînê Rîhab Çebo, diyar kir ku ji ber dorpêça girankirî ya li ser herêma Şehba êdî nikarin ceyranê vekin û wiha got, “Ji ber dorpêça giran ê ku ji aliyê Tugeya Çaremîn ên girêdayî hikumeta Şamê ve li ser herêma Şehba hatiye ferzkirin, seatên vêxistina jeneratoran rojê tenê bûye du seatan. Di encama dorpêç û ambargoya heyê sotemenî niha li herêmê bi temamî qediya ye. Şehba bi giştî wê di tarîtiyê de bimîne. Li kêleka vê, wê di rojên pêş de ger dorpêç bi vê rengî berdewam bike, hemû bîrên avê ên ku bi rêya mazotê avê li ser malan belav dikin, ew ê jî werin sekinandin. Ji vê yekê çandinî jî dê bandor bibe.”   Ambargo bandorê li çandiniyê kir    Rîhab anî ziman ku herêma Şehba bi çandiniyên curbecur navdar e û wiha dewam kir, “Li herêmê zeytûn, fistiq û genim têne çandin. Lê piraniya wan zevî û erd bi rêya avdanê berheman didin û mewsimê derdixin. Lê ji ber dorpêça giran desteya çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehba nikare li ser cotkaran sotemanî û dermanê zeviyan wekî semad belav bikin, ta ku zeviyên xwe bi rêya bîrên ku vedane av bidin. Ew jî dibe encam ku siyaseteke birçîbûnê ya qirêj ji aliyê hikumeta Şamê ve di derheqê xelkê ku li Şehbayê dimînin, pêk were.”   Alîkariyên ku hatin Şehbayê hatin dizîn   Rayedarên Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Kantona Şehba û Efrînê da zanîn ku ji 9 mehan ve tenê 34 barhilgir ji wan 4 ên pêdiviyên tenduristiyê derbasî kantona Şehbayê bûne, barhilgirên din jî yên xwarin û alîkariyan bû ku piştî erdheja 6`ê sibatê şêniyên Silêmaniyê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo deverên zirardîtî şandibûn lê alîkariyên ku gihîştine Şehbayê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin dizîn, bi taybetî jî şîrê zarokan.   Ji ber ambargoyê firin naxebitin   Li gorî agahiyên Rêveberiya Komîteya Firinan a girêdayî Desteya Aborî a Kantona Efrîn û Şehbayê jî li herêmê 7 firin hene û rojê 54 hezar pakêtên nan ji bo pêwîstiyên xelkê Efrîn û Şehbayê tên amade kirin. Hat diyar kirin ku piştî erdheja 6'ê sibatê çêkirina nan zêde bû, lê ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê firin li ber seknandinê ye, herêm li ber xeteriya birçîbûnê ye.