Derbarê Dayikên Şemiyê de doz hat vekirin 2023-04-28 11:56:05     STENBOL - Derbarê Dayikên Şemiyê de bi hinceta "Li dij qanûnê civîn û meş pêk anîne" doz hat vekirin û danişîna yekem dê 4'ê gulanê de bê dîtin.    Bi minasebeta Roja Windayan a bi Zorê ya Navneteweyî di 30'ê tebaxa 2022'yan de Dayikên Şemiyê xwestin li Goristana Bêkesan a Altinşehirê daxuyaniyek bidin. Lê dayik bi êrişa polîsan re rûibûrû man û hatin binçavkirin. Derbarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê de bi hinceta "Li dij qanûnê civîn û meş pêk anîne" doz hat vekirin.    Derbarê Masîde Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Gulseren Yolerî, Huseyîn Aygul, Ferît Barut, Aynur Ergul, Derya Denîz, Husnu Alkan û Turkan Acar de di 14'ê kanûna 2022'yan de îdîaname hat amadekirin.     Îdîaname ji hêla 1'emîn Dadgeha Ceza Aslî ya Kuçukçekmeceyê ve hat qebûl kirin û doz li wan kesan hat vekirin. Danişîna yekem a dozê dê di 4'ê gulanê de bê dîtin.