Çîçek Otlu: Îqtîdara AKP -MHP'ê ji ber ku ditirsin êrîş dikin 2023-04-28 10:15:13   STENBOL - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a 3'yemîn Herêma Stenbolê Çîçek Otlu da zanîn AKP-MHP'ê fam kir wê têk biçe loma jî gelek kesî digire. Çîçekê got:"Divê wekî dayika me ya li Amedê em li dijî vana derkevin. Divê herkes derî bi derî bigerin û deng ji Partiya Çep a Kesk bixwaze."    Piştî ku dîroka hilbijarinên serokomarî û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê diyar bûn û HDP'ê got ew ê di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de tevli hilbijartinê bibe, îqtîdara AKP -MHP'ê ji tirsa nava xwe êrîşên xwe li ser gel zêdetir kirin. Di encama serdegirtinên ku 26’ê Nîsanê danê sibê li 21 bajaran bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hatin, di nav de rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin nûçegihana me Bêrîtan Canozer jî di nav de 24 kes hatin girtin. Di derbarê binçavkirin û girtinan de bertek her ku diçe zêde dibin. Ji hemû pêkhateya, diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji tirsa windakirina di hilbijartinê de van êrîşan pêk tîne, peyama ku tu zext wê gavê bi wan paşve nede avêtin dubare kirin.   Namzeta Parlamenteriyê ya Herêma 3'yemîn a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Çîçek Otlu ku bi salan  di girtîgehê de maye û dest ji têkoşînê bernedaye, têkildarî binçavkirinan ji JINNEWS'ê re nirxand.   Sedema êrîşê tirs e   Çîçekê diyar kir ku tenê armanceke van êrîşan heye û got, “Hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide vê tevgera ku ji bo xwe herî xeternak dibîne, rawestîne. Ji ber ku dixwaze di 14’ê Gulanê de bi ser bikeve. Naxwaze em weke hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an serkeftineke siyasî bi dest bixin. Hayê wan  jê heye ku ew ê têk biçin û bi tirsa vê têkçûnê bi rengekî hovane êrîş dikin. Dema me dest bi xebatên hilbijartinê kir me ev yek dît. Li gel barana zêde û hatina parnzeran jî vekirina buroya me ya hilbijartinê bi awayekî girseyî derbas bû. Desthilatdariya AKP-MHP'ê vê dibîne û êrîş dike."   'Mafê wergirtina agahiyan tê astengkirin'   Çîçekê anî ziman ku çapemeniya azad ji bo nivîsandina heqîqetê her tim rastî zextan tê û got, “Ji aliyê rojnamegeran ve dema em binêrin tenê  duh nehatine binçavkirin. Di 10 mehên dawî de 27 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Tenê armancek vê heye, hemû çapemenî di destê AKP û MHP’ê de ye. Îqtîdarê medyaya qesrê ava kiriye. Yanî naxwaze kesên bindest, gel, jin û ciwan nûçeyên rast werbigirin. Ger hûn li axaftina Erdogan a rojên borî di televîzyonê de binêrin, li vî welatî ne bêkarî û ne jî pirsgirêka xanî heye, ne maliyeta jiyanê heye, ne jî zexta dewletê heye. Dibêje ku her tişt bi awayê demokratîk tê rêvebiri. Lê çapemeniya azad nîşan da ku ev hemû derew in û yek jî ne rast e û ji ber vê rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Dixwaze bi êrîşa li ser çapemeniya azad mafê ragihandinê yê gel asteng bike.”   'Divê em serî hildin'   Çîçek, diyar kir ku dema çûne hilbijartinê li ser ewlehiya sindoqan gelek nîqaş kirine û wiha got: “Bi gotineke din, dengê ku em ê di van sindoqan de bi kar bînin, berpirsiyariya wan a her kesî ye. Di vî warî de yên ku dê ewlehiya sindoqên me misoger bikin parêzerên me ne. Ji ber wê ew hatine binçavkirin. Hevalên me yên ku dê di vê hilbijartinê de xebatan bimeşînin û birêxistin bikin, dê bi girseyên gel, girseyên jin û girseyên ciwan re hevdîtin pêk bînin. Lê ew jî gelekên wan hatine binçavkirin Lê dixuye ku ev ne cara yekê ye em tên binçavkirin. Ji ber ku salên borî jî, desthilatdariya AKP û MHP’ê ji dema ku fêm kirin têk çûne ev zextên dewletê, terora polîsan, binçavkirin û girtin zêde kirin. Ji ber vê yekê divê em wekî dayika ku li Amedê digot serî hildin."   ‘Em ê desthilatdariya AKP-MHP’ê têk bibin!’   Çîçek bang li her kesî kir ku sibeha 14’ê Gulanê sindoqan biparêzin û got, “Her kesê ku bi hişmendî û berpirsyarî piştgiriyê dide wekhevî û azadiyê, azadiya jinê, statûya gelê Kurd, dixwaze tecrîd li girtîgehan bi dawî bibe. em  vedixwînin parastina dengê xwe ku bidin Partiy Çep a Kesk.  Em di wê baweriyê de ne ku bi seferberiyeke mezin a kedê em ê desthilatdariya AKP û MHP’ê bigirin dest û wan têk bibin. Ji ber vê yekê ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim.”