Di pêvajoya 9 sal rojnamegeriyê de 8 caran binçav kirin 2023-04-28 09:18:29     AMED - Yek ji kedkara çapemeniya azad ku li dijî her cureyê êrîşan li berxwe dide, nûçegîhana me Bêrîtan Canozer hat girtin. Bêrîtan di 9 salan de 8 caran hat binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Bêrîtan, Mehmetşah, Abdurrahman û Remzî de biryara girtinê da. Li ber edliyeyê li dijî girtinan dirûşmên ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ hat berzkirin.   Di 9 salan de 8 binçavkirin   Bêrîtan di 1994’an de li Amedê hat dinê û di 2014’an de bi Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA)  ku yekem ajansa nûçeyan a jinan bû dest bi rojnamegeriyê kir. Bêrîtan ku şev û roj li bajarên Kurdistanê nebza kolanê û jinan girt, wek ‘rojnamegera bi kelecan’ hat venasîn. Ji ber ku Bêrîtan cara yekem di 16’ê Kanûna 2015’an de li Sûra Amedê dema nûçe dişopand bi hinceta ‘kelecanî’ bû hat binçavkirin û girtin. 4 mehan girtî ma û piştî rûniştina yekem hat berdan. Di 25’ê Nîsanê de carek din hat binçavkirin û bi vê binçavkirinê re jî 8 caran hat binçavkirin. Di 2020’î de ji ber parvekirinên çapemeniya civakî doz lê hat vekirin û salek û 10 meh û 15 roj ceza lê hat birîn.   Parvekirina hesabê ne aydê wê jî bû hinceta ceza   Der barê nûçegîhana me Bêrîtanê de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê ya bi rêya çapemeniyê’ doz hat vekirin û di 17’ê Mijdara 2022’yan de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina biryarê hat dîtin û ji ber parvekirina çapemeniya dîjîtal a ku qebûl kir aydê wê ye salek û 10 meh û 15 roj ceza lê hat birîn. Li  Berîtanê ji ber parvekirinên li ser hesabê aydê Sarya hatiye kirin jî salek û sê meh ceza hat birîn.   ‘Em ê bibin dengê heqîqetê   Bêrîtanê di daxuyaniya hevpar a ku Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) ku piştî operasyona 8’ê hezîrana 2022’yan de li hember rojnamegeran pêk hat, da de peyama ‘wê çapemeniya azad bêdeng nebe’ da. Bêrîtanê di daxuyaniyê de wiha got: “Rojnamegerên jin ên Kurd ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tên girtin. Me di operasyona 8’ê hezîranê de dît ku ji desthilatdarî ditirse ku heqîqet derkeve holê. Naxwaze deng ji kesî derkeve û vê hezm nake. Em dizanin faşîzm ji dengê azadiyê ditirse. Armanc ev e ku faliyetên rojnamegeriyê bên sekinandin. Hûn çiqas krîmînalîze bikin hûn çiqas zextan bikin em ê bibin dengê heqîqetê. Em bang dikin ku hemû hevalên me bên berdan.”