ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-28 09:00:00     * Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bang kir û diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de bi dengekê bilind bêjin bila ev pergala şer bidawî be. BI DÎMEN   *Kesên ji empatiyê dûr bi giştî ji fikrên cuda re jî girtîne, rastiyên xwe esas digirin. Kesên wisa ji bo rastiyên xwe bidin qebûlkirin, rêbazên hêzê yên cuda bi kar tînin an jî têkiliyê bi giştî qut dikin. Bi taybet di çanda serdestiya mêr de yan jî di çanda mêr de ev her tim dertê pêşberî me. Kesên ku gotina empatiyê pir bi kar tînin jî ji ber ji hestên kesên hember bi bandor dibin xwe bê parastin dihêlin.  JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinên erdhejzede yên Bazarcixê, diyar kir ku di pêvajoya erdhêjê de Kurd hatine alîkariya wan û gotin wê di 14’ê Gulanê de dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk. BI DÎMEN   *Jinên Merdînê bertek nîşanî operasyonên ku hatin kirin dan, anîn ziman ku ev operasyon li dijî hilbijartinê hatiye kirin û bi lêv kirin ku armanca îktîdarê ew e ku Gelê Kurd serî bitewîne. Jinan, da zanîn ku ew li hember êrîşan bi hêztir dibin û gotin “Em li vir in.”  BI DÎMEN   *Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û namzetên Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibînin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Cemîle Şahîn têkoşîna xwe ya ku bi tevlibûna tevgera Kurd meşand îro bi namzetiya xwe didomîne. BI DÎMEN   *Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a 3'yemîn Herêma Stenbolê Çiçek Otlu da zanîn AKP-MHP'ê fam kir wê têk biçe loma jî gelek kesî digire. Çiçekê got:"Divê wekî dayika me ya li Amedê em li dijî vana derkevin. Divê herkes derî bi derî bigerin û deng ji Partiya Çep a Kesk bixwaze." BI DÎMEN   *Bertekên li dijî operasyona qirkirina siyasî ya navenda wê Amed bû dewam dikin. Jinên li dijî binçavkirinan derketin wiha gotin:"Îktidara AKP-MHP'ê ji ber fam kir wê têk biçe loma jî polîtîkayên çewisandinê didomîne. Ew ê nikaribin me bêdeng bikin. Rojnamegerek biçe wê rojnamegerek din bê. Ew ê nikaribin çongê bi me bidin tewandin. Em ê di hilbijartinan de bersiva hewce dike bidin." BI DÎMEN   *Nexweşa girtî Rihan Kavak Ozbek a ku ev 7 sal in di Girtîgeha Jinê ya Sîncanê de ye bi nexweşiya guatrê ye. Tevî nexweşiyên zêde dibin jî Rihanê nayê berdan.    *Yek ji kedkara çapemeniya azad ku li dijî her cureyê êrîşan li berxwe dide, nûçegîhana me Bêrîtan Canozer hat girtin. Bêrîtan di 9 salan de 8 caran hat binçavkirin.