TBB û baro: Divê pêvajo li gorî hiqûqê bimeşe 2023-04-27 18:50:19     AMED - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan û serokên baroyan betek nîşanê binçavkirinên ku navenda wê Amed bû dan û diyar kir ku divê pêvajo li gor hiqûqê pêk bê.    Di 25'ê Nîsanê de, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran 134 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 14 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok, Berîtan Canoer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her çar rojnamevanan de biryara girtinê da.   Li ber edliyê daxuyanî   Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkana û gelek serokên baroyan li ber Edliyê daxuyaniyek dan. Gelek parêzer, hiqûqnas, rojnameger û malbat tevli bûn.   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ewil axivî û diyar kir ku vê operasyonê di rayagiştî de rê li ber fikarên cidî vekirine û got rayagiştî pêvajoyeke hilbiarjtinê ya adîlane û demokratîk dixwaze.   Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî bertek nîşanê operasyonê da û da zanîn ku 25 hevpîşeyên wan jî têde gelek kes hatine binçavkirin û daxuyakirin ku divê pêvajo li gorî hiqûqê pêk bê.  Erînç her wiha da zanÎn ku ew pêvajoyê wê ji nêz ve bişopînin û bendewarî û daxwazawan eve pêvajo li gorî hiqûqê pêk bê.   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘parastin bêdeng nema û wê bêdeng nemîne’ bidawî bû.