Sîbel Balaç û Îlerî Kizilaltin yên hatin tahliyekirin hatin binçavkirin 2023-04-27 18:38:29     STENBOL - Sîbel Balaç û Îlerî Kizilaltun yên demek dirêj li girtîgehê bi daxwaza darizandina adîlane ketin rojiya mirinê û bi biryara taloqkirina înfazê û tahliyeyê hatin berdan, li taxa Gazî hatin binçavkirin.   Sîbel Balaç li Antalyayê li dibistanek dewletê ya astengdaran wek mamoste dixebitî û li Enqereyê tevli çalakiya ‘ez karê xwe dixwazim’ ya li Kolana Yukselê bû. Çalakger hatin girtin û wê jî ji dibistana xwe îstîfa kir û li Enqereyê piştgirî da çalakakiyan. Di Kanûna 2018’an de hat girtin û 8 sal û nîv ceza lê hat birîn. Bi daxwaza darizandina adîlane 298 rojan ket rojiya mirinê û biryara taloqkirina înfazê hat dayîn û meha cotmehê de hat berdan.   Lê Sîbel û Îlerî Kizilaltun li taxa Gazî hatin binçavkirin.