Li Mûşê mîtînga bi coş: Em ê we ji AKP'ê rizgar bikin 2023-04-27 16:37:45     MÛŞ - Li Mûşê mîtînga Partiya Çep a Kes bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi coşek mezin pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di mîtîngê de axivî û got: " Em ê 14'ê Gulanê de AKP û MHP'ê bişînin. Stenbol bi saya me ji AKP'ê rizgar bû. Bi saya hêzên demokrasiyê û bi saya Gelê Kurd. Em soz didin ku Partiya Çep a Kesk dê we ji AKP'ê rizgar bike."   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya hilbijartina 14'ê Gulanê de li bajaran mîtîngên hilbijartinê li dar dixe. Di heman çarçoveyê de li Mûşê bi dirûşma "Em li vir in em ê bi hev re biguherînin" mîtînga xwe pêk anî. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bû û bi taybetî jî ciwan. Di mîtîngê de dirûşmên wekî "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dema hatin qada mîtîngê coşa girseyê derket asta herî jor.    Mîtîng bi axaftina komîteya amedekar a mîtîngê destpê kir. Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî silav da girseyê.Ji namzetên partiyê Serhat Dursun, axivî û bal kişand ser erdhejê û polîtîkayên AKP-MHP'ê.    Namzet Sumeyye Boz jî di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Em ê zîhniyeta serdest a mêr têk bibin. Jin dê hesabê bipirsin. Em jin li vir in, em ê her hebin."    Namzet Sezaî Temellî jî bal kişand ser girîngiya azadiyê û wiha xitabî girseyê kir: "Ji bo me mijara herî girîng azadî ye. Heta azadî nebe edalet, aştî û kar nabe. Ji ber vê jî bingeha têkoşîna me azadî ye. Çareseriya pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê girîng e. Muxatabê çareseriyê jî Birêz Ocalan e. Em bang dikin û dibêjin muxatabek din negerin û muxatab diyar in. Dê li Meclîsê muzakereyan bikin û ji ber vê jî divê Partiya Çep a Kesk bi hêzek mezin divê biçe Meclîsê."   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku ber bi dawiyê ve diçîn û wiha axivî: "Sekna we sekna serkeftinê ye. Kurd çi bi dest xistibin bi têkoşînê bi dest xistine. Têkoşîna kurd nêzî serkeftinê bûye."   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî li Mûşê wiha axivî: "Mûş bi her awayî bi zext, zordarî û bêedaletiyê re rûbirû ma. Cudakariya aborî ya ku li vir hatî kirin em dibînin. Heta niha ji bo Mûşê tiştek nehatiye kirin. Li vir ciwan bêkar in. 21 sal in vî welatî bi rêve dibin lê em niha rewşa vî welatî baş dibînin. Divê êdî îktîdara AKP û MHP bi dawî bibe. Em ê 14'ê Gulanê de AKP û MHP'ê bişînin. Stenbol bi saya me ji AKP'ê rizgar bû. Bi saya hêzên demokrasiyê û bi saya Gelê Kurd. Em soz didin ku Partiya Çep a Kesk dê we ji AKP'ê rizgar bike."   Mîtîng piştî derketina hunermendan a li ser dikê bi dawî bû.