'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 766 roj in didome 2023-04-27 15:36:55     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber edliyê 766 roj in didome û malbatê îro ev peyam da: "Cihê ku edalet tunebe li vir her tişt bi pirsgirêk e."    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 766’an de berdewam dike.   Malbatê îro li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Cihê ku edalet tunebe li vir her tişt bi pirsgirêk e. Têkoşîna me ya heqîqetê 766 roj in berdewam dike."