TEV-DEM'ê banga tevlîbûna 1'ê Gulanê kir 2023-04-27 14:49:23     NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li pîrozbahiya girseyî ya 1’ê Gulanê bibe û got “Em bi hev re vê rojê bikin roja piştgiriyê bi kedkarên mezin Rêber Abdullah Ocalan re.”   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê bang li saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, hêzên neteweyî, desteya rûspiyan, meclisa eşîran, rêxistinên jin û ciwan, saziyên civaka sivîl, tevahî çalakgerên çandî û civakî, hemû kedkar û karkeran kir ku tev li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bibin.   Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso li navenda TEV-DEM'ê ya li Hesekê daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em vê rojê bi hev re bikin rojeke dîrokî û vînê. Em bikin roja piştgiriyê bi kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan re û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi hev re bixebitin.   Bi hatina salvegera 137'emîn a 1'ê Gulanê, bi rihê mîras û nirxên vê roja cîhanî li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin.   Em hemû kedkar û karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû gelên berxwedêr pîroz dikin."   Tê payîn du pîrozbahiyên mezin li herêma Cizîrê bên lidarxistin; li Bendava Mizgeftê ya li Tirbespiyê ya Qamişloyê û ya din jî li gundê Çolbistanê yê Dirbêsiyê yê Hesekê.