Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan 2023-04-27 12:27:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sedan ciwanên ji herêma Firatê li gundê Helincê yê Kobanê li hev civiyan.   Ciwanên li herêma Firatê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin ku wê îro tevahiya rojê dewam bike.   Ciwanan bi wêneyên Abdullah Ocalan û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re berê xwe dan gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê.   Gundê Elpelûrê cihê destpêkê ye ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, derbasî vî gundî bûbû.   Beriya destpêkirina meşa ji 12 kîlometreyan, ji bo bibîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî endamê Ciwanên Şoreşger ê Herêma Firatê Hesen Mistefa daxuyaniyek da.   Hesen Mistefa diyar kir ku bi rêya tecrîdê hewl didin îradeya gel bişikînin û got, "Lê em weke ciwan me rêya têkoşîn û berxwedanê danîne ber xwe. Heta azadiyê em ê li ser fikra Rêber Apo bin. Bi saya fikra Rêber Apo me azadiya xwe nas kir, rêya me ronî bû, azadiya jinê teqez bû, ciwan azad bûn. Ji ber wê jî em ê her tim li qadan bin û li ser rêya azadiyê bin."   Piştî daxuyaniyê meşê dest pê kir û ciwanan berê xwe dan gundê Elpelûrê.