'Ew ê êriş û binçavkirin bi têkoşîna me bi dawî bibe' 2023-04-27 12:26:03       AMED - MED TUHAD-FED'ê li dijî binçavkirin û êrişan diyar kir ku ew ê êriş û binçavkirin bi têkoşîna me bi dawî bibe û got:"Her çiqas têkçûna hikûmeta faşîst nêz dibe, êrîş û pêkûtiyên desthilatdariyê jî ewqas zêde dibe, lê li beranberî vê yekê  berxwedan jî ew qas mezin û bêhempa dibe."   Di 25'ê Nîsanê de navenda wê Amed li gelek bajaran operasyon pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin. Li dijî vê operasyonê îro Partiya Çep a Kesk û HDP'ê ji bo piştevaniya kesên hatine binçavkirin, banga piştevaniyê kir. Ev banga ji bo kombûna saet di 14.00'yan de ya li ber edliyeya Amedê hat kirin. MED TUHAD-FED'ê berî daxuyaniya wê bê dayin daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê hat gotin:"Em wek rêvebirên MED TUHAD-FED ê êrîş û polîtîkayên bêhiquqî ku tên meşandin şermezar dikin û bang dikin ku ên hatine binçavkirin demildest bên berdan."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di operasyona qirkirina siyasî de endam û rêveberên me jî di nav de dîsa bi sedan siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û parêzer hatin binçavkirin. Hikûmeta faşîst a AKP û MHP'ê ji bo pêşiya têkçûna xwe bigirin bi hincetên pûç û vala êrîş kirin.    Tirs û xofa ketî nava AKP û MHP'ê berê êrîşên xwe yên hovane dîsa dan siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan. Di encama êrîşên  qirkirina siyasî de heps û zindanên dewleta tirk bi hezaran xebatkar û siyasetmedarên Kurd tije bûne. Îro di zindanan de jî têkoşîn û berxwedana pêşengên gelê Kurd bi rûmetî didome û tevahî zindan vediguherin qadên berxwedanê. Her çiqas têkçûna hikûmeta faşîst nêz dibe, êrîş û pêkûtiyên desthilatdariyê jî ewqas zêde dibe, lê li beranberî vê yekê  berxwedan jî ew qas mezin û bêhempa dibe. Nîşaneya vê xwe li qad û kolanan bi dengê tilîlî û dirûşmên dayikan bi banga “ li hember faşîzmê serî rakin “ bilind dibe.    Em bi hêvî û bawer in ku dê ev êrîş û binçavkirinên dawî jî, bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û hevalbendên wan ên xwedî bi rûmet vala bê derxistin û di êvara 14’ê Gûlanê dê bi felata hilbijartinê tacîser bibe, ji gelê Kurd û Tirkiyê re demokrasî, azadî û wekheviyê diyarî bike.  Em wek rêvebirên MED TUHAD-FED'ê êrîş û polîtîkayên bêhiquqî ku tên meşandin şermezar dikin û bang dikin ku ên hatine binçavkirin demildest bên berdan."