Mirova Şemiyê Sultan Karakut koça dawî kir 2023-04-27 12:10:57     STENBOL - Mirova Şemiyê Sultan Karakut ji ber lebatên wê nedixebitîn koça dawî kir. ÎHD'ê ji ser medyaya dîjîtal parvekirin kir û da zanîn wê îro Sultanê bê definkirin.    Mirova Şemiyê Sultan Karakut ji ber lebatên wê nedixebitîn koça dawî kir. ÎHD'ê ji ser medyaya dîjîtal parvekirin kir û da zanîn wê îro Sultanê bê definkirin. Mirova Şemiyê Sultan Karakut di 27'ê Gulana 1995'an de ji bo kesên hatin windakirin bên dîtin dest bi têkoşînê kir.    'Hevala me ya têkoşînê koça dawî kir'   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Hevala me ya têkoşînê Mirova Şemiyê Sultan Karakut koça dawî kir. Ev ji bo me êşeke mezin e. Em sersaxiyê ji bo malbat û hezkiriyên wê dixwazin. Em ê hevala xwe di 27'ê Nîsana 2023'yan de piştî nimêja nîvro ya li Camiya Navendê ya Ihlamurkuyuya Umraniyeyê oxir bikin."