Kongra Star rapora xwe ya wargehên li Şehbayê aşkera kir 2023-04-27 12:06:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li ser rewşa tenduristiyê ya kampên koçberan ên li Şehbayê raporek amade kir û diyar kir ku ambargo û dagirkerî êş û azarên şêniyên Efrînê zêde dikin. Lewma jî bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî ambargo û dagirkeriyê rabe.   Kongra Star li ser rewşa tenduristiyê ya jin û zarokan a li kampên koçberiyê yên Şehbayê raporek amade kir. Di raporê de rewşa 5 salên koçberiyê û bandora wê ya li ser tenduristiyê hat vegotin.   Di raporê de wiha hat gotin:    "Ev raport rewşa tenduristî û aborî ya koçberên Efrînê yên ku li pênc kampên cuda yên penaberan li herêma Şehba dijîn vedikole.   Em weke Kongra Star tevgera jinan a li Rojava pêşketinên civakî yên li herêmê dişopînin. Ofîsên me li seranserê Rojava hene û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyên me hene ku ji bo şopandina rewşê û berhevkirina daneyan alîkariya me dikin. Ev agahiyên di vê raporê de ji hêla Navenda Agahiyan a Kongra Star ve têne berhev kirin û analîz kirin. Em rewşa kampên penaberan ên Şehba bi fikariyeke mezin dişopînin. Di vê raporê de em li ser bandorên rewşê yên li ser tenduristî a jinan ronî dikin.   Ev rapor li ser bingeha anketên ku Navenda Agahiyan a Kongra Star li her pênc kampên penaberan ên Şehbayê pêk tê bi 500 malbatan (malbatên di konan de dijîn) re hat çêkirin. Di pirsname li ser rewşa tenduristî û aborî bi giranî li ser jin û zarokan hate sekinandin.   Li 5 kampan anket   Me di tevgerê de pir zahmetî kişand, ji ber dorpêçkirina ji hêla rejîma Sûriyê ku peydakirina sotemeniyê li herêma Şehba zehmet dike. Ev bû sedem ku em nikaribin gelek cara biçin kampa ji ber wê yekê me tenê karî 500 anketan bikin, ruxmî ku armanca me ya destpêkê 1000 bûn. Herwiha me hevpeyvînek bi Ezdihar Naza, karmenda beşa jineolojiyê û pîrika ya nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê re çêkir.   Li her pênc kampan de bi awayekî rasthatî jin hat hilbijartin ji bo anket. Di hin rewşan de, penaber piştî ku zanîn ku em lêkolîn dikin, bi xwe li me geriyan. Di dema anketê de hevpeyivînên xurt û kûr bi koçberên Efrînê re hatin kirin da ku em rewşa li wê derê baştir fêmbikin. Piştî nirxandina anketê û çavdêriya kampan, ev rapor balê dikişîne ser rewşa tenduristiya jin û zarokan.   Herêma Şehbayê    Efrîn di adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi alîkariya hevalbendên wê yên cîhadî hate dagirkirin û di encama vê êriş û dagirkeriya neqanûnî de derdora 300 hezar kes ku nîvê tevahiya gelê Efrînê ye, koçber bûn. Piraniya wan, nêzîkî 157 hezar kes, niha li herêma Şehba ya nêzîkî Efrînê dijîn zêdeyi 10 hezar li kampên koçberan dijîn.   Şehba kantona herema Efrînê ye ku ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye dagirkirin. Herêma Şehba di navbera bajarên Minbic, El-Bab, Ezaz, Semann, Cerabulus û Tel Rifat de ye. Ew ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (AANES) ve tê birêvebirin û koçberên ku ji cih û warên xwe bûne, kêm bal û piştgiriyeke navdewletî werdigirin, herêm û Rêveberiya Xweser neçar dimînin ku li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê xizmetguzariyên pizîşkî, paqijî û aborî di kampan de nebaş in.   5 kampên penaberan li herêmê li cihên cuda hene, navê wan kampa Efrînê, kampa Serdam, kampa Şehba, kampa Berxwedan û kampa Veger in. Hin pênaber gel hin mirovên xwe jiyan dikin an li xaniyan bi endamên malbatê re dijîn.   Li hemberî Şehbayê tecrîd    Herêma Şehba ji herêmên din ên Rêveberiya Xweser veqetandî ye û ji aliyê herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de yan jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadî ve hatine dagirkirin dorpêçkirî ye. Ji ber vê rewşa erdnîgarî û ji ber ku hikûmeta Şamê rêyên di navbera Şehba û herêmên din ên Rêveberiya Xweser de kontrol dike û ambargoyeke tund li ser herêmê sepandiye, gihandina kelûpel, alîkarî û dermanan ji herêmê re ne pêkan e. Ev dibe sedema kêmbûna derman û her weha gelek pêdiviyên din li kampên penaberan.   Bandora erdhejê    Erdheja 6’ê sibata 2023’yan li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê bandor li Şehba û Helebê jî kir. Bi taybetî li Helebê gelek avahiyên ku ji ber şer û bombebarana berê zirar dîtine, hilweşiyan. Piştî erdhejê 2 hezar û 205 malbatên ji Helebê (ku di sala 2018'an de ji Efrînê koçber bûn) xwe spartin Şehba û biryar dan ku di konên Şehbayê de bimînin û li wir ji aliyê Meclîsa Penaberan ve bi awayekî vekirî hatin pêşwazîkirin.   Piştî erdhejê jî, hikûmeta Şamê ambargoya tund ranekir û sivik nekir, gihandina sotemenî, alîkarî û dermanan asteng kir. Ji ber vê yekê, di vê dema krîtîk de bi rojan radestkirina alîkariyê rawest.   Li hemberî Şehbayê êriş    Herêma Şehba ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve her roj rastî topbaran û bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê tê. Gelên ku ji ber terora dagirkeriyê koçberî Şehba bûn 5 salên derbasbûyî her roj bi terora dewleta Tirk rû bi rû dimînin.   Nirxandina anketê    Pirsnameyên ku me çêkirine, pirsên der barê derfetên aborî yên li kampan û derdora wê, rewşa tenduristiyê û derfetên di warê tenduristiyê de li kampan û derdora wê û nirxandina derfetên perwerdeyê hene.   Hema bêje hemû jinên beşdarî anketê bûne bi pênc kesan an zêdetir di konan de dijîn. Hemû jinên ku bersiv dan dayikên pir zarokan bûn û di hin rewşan de dapîr û dapîr bi wan re dijiyan.   Tê zanîn ku şert û mercên nebaş ên aborî an jî hejarî bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike, ji ber vê yekê ji bo me girîng bû ku em derfetên aborî girêdayî rewşa tenduristiyê lêkolîn bikin.   Xizanî, şer û tenduristî    Nêzîkî ji sedî 80'î ji jinên ku hevpeyivîn pêk anîne diyar kirin ku kêmbûna derfetên kar li kampan û derdora wê heye, ev jî rewşa aborî xirabtir dike û gelek caran jinan girêdayî hevjînên xwe dike. Piraniya hevjînên jinên ku hevpeyvîn hatine kirin, di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, derfetên din ên kar li herêmê pir kêm in.   Me pirs kir ku çend caran beşdaran ji ber sedemên aborî tevî ku nexweş bûn nekarîn biçin bijîşk. Bersivan bandorek rewşa aborî li ser tenduristiyê nîşan dide. Ji sedî 82 ji beşdaran diyar kirin ku tevî nexweşiyan gelek caran ji ber sedemên aborî neçûne gel bijîşk. Ji sedî 10,4 beşdaran diyar kirin ku ew çend caran neçûne bijîşk û ji sedî 2,4 beşdaran jî diyar kirin ku ew herî kêm carekê neçûne bijîşk.   Di heman demê de, dema ku me pirs kir ku ew difikirin gelo xwarina berdest hevseng û ji hêla vîtamînan ve dewlemend e, hemî bi neyînî bersiv dan. Tevî ku rêveberiya kampê xwarinê li şêniyên kampê belav dike jî, ew gelekî yekalî ye. Di hin rewşan de jinên ku hevpeyivîn pêk anîne diyar kirin ku ew car caran xwarinên belavkirî difroşin da ku cureyên xwarinên din, şîr û potikê zarokan bikirin.   Weke ku di hevpeyvîn û encamên anketê de jî diyar dibe, xizaniya ku ji ber nebûna derfetên kar pêk tê, bandorê li tenduristiya jinan dike. Her wiha rewşa wan a aborî ne baş e ku xwarinek hevseng bixwin û nahêle ku alîkariya bijîşkî bigerin û tenduristiya wan hîn bêtir xirabtir dibe.   Koçberbûyîn bi serê xwe trawmatîk e   Koçberbuyîn bi serê xwe tiştekî pir trawmatîk e, ku dikare bibe sedema stresa psîkolojîk û paşê bandorê tenduristiyê bike. Di rapora me ya der barê jiberkirina zarokan a di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de û reva ku di sala 2020’an de pêk hat de, me destnîşan kir ku ji ber kêmbûna çavkaniyên aborî, kêmbûna navendên tenduristiyê û beriya her tiştî stresa derûnî ya ji ber revîn û jiyana li kampan bandor li tenduristiya jinan kiriye (https://womendefendrojava.net/en/2020/01/22/report-from- kobane-miscarriages-and-maternal-health-risks-from-turkish-invasion/).   Ambargoya Sûriyeyê didome   Şert û mercên kampan û ambargoya rejîma Sûriyê sedemên sereke yên xirabûna rewşa tenduristiyê ne. Li herêmê hewayê havînên pir germ û zivistan gelek sare. Ji bo vê jî klîma di havînê de û sobe li sivistanê lazimin, lê ji ber ku hêzên rêjîmê bi nûnertiya Firqeya çaran, rê nade anîna keresteyên bingehîn û sotemeniyê, kehreba pêwîst ji bo van amûran çênabe û azar her diçe girantir dibe.   Pîrika Nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê Ezdîhar Naza jî diyar kir ku ji ber ambargoyê zehmetiyan dikişînin. Di axaftina xwe de wiha got: “Niha em dibînin ku jinên ducanî yên bi hepatît B û C zêde bûne. Dema ku jinên ducanî yên bi hepatît B û C têne nexweşxanê, ji ber ku em nikarin dermanan bi dest bixin ji tedawiya wan divê em wan bişînin Helebê, lê hacisên kontrolê yên rejîmê gelek caran destûra derbasbûyîn nadin me. Di bûyerekê de jineke ducanî ya 39 salî jiyana xwe ji dest da, ji ber ku me nekarî em wê bigihînin Helebê û derfetên me tunebûn ku em wê li vir derman bikin. Ev yek gelek zahmet bû ji bo me.”   Her wiha di derbarê kêmbûna dermanan a ji ber ambargoyê de wiha got: “Em pirskirêkek mezin a kêmbûna dermanan jiyan dikin, ji ber wê jî eger em dermanan ji bo nexweşa binivîsin jî dibe ku nikaribin wan bikirin.”   Ji ber ambargoya rejîma Sûriyê jî kirîna dermanan pirsgirêkeke din a mezin e. Li Şehbayê nexweşxaneyek heye û Heyva Sor a Kurd jî di kampan de amade ye, lê derfetê wan a bidestxistina dermanan kêm e. Gelek kes neçar in ku li Helebê dermanên biha bikirin û bi qaçaxî derbasî Şehba bikin. Hin jinan diyar kirin ku li nuqteyên kontrolê lêgerîn li wan tê kirin û eger derman û dermanên êşê jî di nav de bên dîtin ji aliyê hêzên rejîmê ve tên desteserkirin.   Ezdihar Naza bal kişand ser pêwendiya di navbera tenduristiya jinên ducanî û tenduristiya giştî ya zarokan û wiha got: “Ji ber nebûna derman, dermanên vîtamînan û nebaşbûna xwarinên jinên ducanî ji ber rewşa kampê, hem tenduristiya dayik û hem ya zarok gelek neynî bandor dike.   Nebûna dezgehên tenduristiyê ji bo penaber û şêniyên Şehbayê pirsgirêkek giran e. Bi taybetî navendên tenduristiyê yên ku li ser zarok an jinan pispor in kêm in. Jin neçar in ku biçin Helebê da ku ji bo ducanî û jidayikbûnê bigihîjin lênihêrîna tenduristiyê. Li wir gelek caran ji jinan re tê şîret kirin ku bi sezaran welidînin, her çend ev ne hewce be û pir caran xetereyek mezin li ser jin û zarokê çêdike. Lêbelê, ji ber ku di derbarê rêbazên cûda de perwerdehiyek hindik heye, jin pir caran vê rêyê hildibijêrin. Ji bo hînbûn û dermankirina jin û keçan ji bo pirskirêkên wan ên taybetî yên tenduristiyê pêdivî bi saziyan heye.   Ezdîhar Naza jî dema ku bi me re axivî, bal kişand ser gelek kêmasiyên di nav derfetên heyî de û got ku li Nexweşxaneya Avrînê di beşa jineolojiyê de tenê odeyek ji bo dermankirin û emeliyatê heye.   Ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet şert û mercên kampê pir xerab in. Ji sedî 10 malbatên lêkolînkirî di nav malbata wan de astengdar hene. Hemû van malbatan diyar kirin ku ne îmkanê dermankirina pêdiviyên û ne dezgehên ji bo pêdiviyên taybet hene. Xizmetên lênêrîn û dermankirinê ji bo zarokên astengdar li Şehba hewce ne û nebûna wan xizmetguzariyan dibe sedema stres û nexweşiyên derûnî ya zêdetir li ser dê û bav û tevahiya malbatê.   Li kampan rewşa jinan    Jinên ku tevlî anketê bûn diyar kirin ku nebûna nepenîtiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên jiyana wan a rojane ye.   Kon pir nêzî hev in, lewra nepenîtiya di navbera malbatên cuda de tune ye û di heman demê de gelek caran zêdetirî 6 kes bi hev re di konekî de dijîn, ev jî dibe sedema tûnebûna nepeniya di nav malbatê de. Hemû jinan diyar kirin ku ev yek zexteke psîkolojîk li ser wan dike û heta dibe sedema depresyonê.   Di pirsnameyê de me bi taybetî behsa paqijiyê nekiriye, lê hema hema hemû jinên ku tevlî anket bûn diyar kirine ku rewşa nebaş a paqijiyê û nebûna nepenîtiyê tiştên herî dijwar ên jiyana wan in. Li kampan gelek kes li cihekî girtî dijîn û gelek kes heman tesîsên paqijiyê an jî tuwalet û serşokê bikar tînin. Şert û mercên paqijiyê û îmkanên paqijiyê ji bo jinan bi taybetî di dema dewreya xwe ya mehane de xwedî girîngiyek taybetî ne.   Ruxmî gelek guhertinên di civakê de, dîsa jî berpirsyarê mezinkirina zarokan û birêvebirina malê gelek cara jin in. Jin hemû roj li malê ne, debara zarokan dikin, paqijî û şûştinê dikin. Ji ber vê yekê ji ber nebûna nepenîtiyê, kêm gihandina ava paqij, kêmxwariniya zarokan û nebûna derfetên lîstine ji bo zarok ev ji bo jinan barekî psîkolojîk dike.   Jinên ku tevlî anket bûn, diyar kirin ku ew difikirin ku jiyana kampê û şert û mercên hatine dayîn bandorek neyînî li ser zarokan dike. Hesta jinan ku nikaribin zarokên xwe baş perwerde bikin dibe çavkaniya stresa derûnî ya zêde. Hemî jinên ku tevlî anket bûn diyar kirin ku kêmbûna xwarina zarokan heye û ji sedî 80'ê jinan diyar kirin ku ji hêla psîkolojîk ve stres e ku ew nikanin bi rêkûpêk xwarinê bidin zarokên xwe an jî pêlîstok û derfetên lîstikan bidin wan.   Nebûna alavên paqijiyê xetere ye    Koçberên ji Efrînê di kampên penaberan de dijîn û rewşa wan ya tenduristiyê nebaş bi demê re xirabtir dibe, nemaze ji bo jin û zarokan. Hem şert û mercên jiyana kampê û hem jî destwerdana rejîma Sûriyê bandorê li rewşa nebaş a tenduristiyê dike. Ji ber ku gelek mirov li yek cîhê dijîn, xetera belavbûna nexweşiyên vegirtinê yên wekî hepatît, korona, kolera û hwd zêde ye û parastina li hember wan hema hema ne gengaz e.   Ya duyemîn jî, kêmbûna dermanan yek ji pirsgirêkên herî mezin e, ji bo gelek nexweşiyên wek sil, nexweşiyên dil, şekir û hwd tu derman li Şehba nayê dîtin. Di rewşên awarte de mirov neçar in ku biçin Helebê û deh qatan heqê dermanan bidin, û li gel gelek ji niştecihên kampê derfetên aborî ji bo vê yekê tune ne.   Heya ku ambargo û dagirkerî bidome, êş û azarên şêniyên Efrînê yên 300 hezar kes dê bidome. Penaber ji kêmbûna derfetên kar û di encamê de xizaniyê dikişînin. Ev şert û merc ji ber ambargoya rejîma Sûriyê xerabtir dibin. Divê civaka navneteweyî cidiyeta rewşa bi hezaran mirovan nas bike: xizanî, tendurustiya xirab û nebûna paqijiya têr.   Rêveberiya Xweser alîkarî dike   Ji aliyekê ve bi hezaran penaber ji aliyê navneteweyî ve tu bal û destek negirtine, li aliyê din jî ji ber ambargoyê destûr nayê dayîn ku piştgirî ji hêla Rêveberiya Xweser bê dayîn. Divê civaka navneteweyî giraniya rewşa bi hezaran penaberan nas bike. Divê yekser dawî li ambargo û dagirkerî bê û desteka aborî bê. Bi taybetî derman, navendên tenduristiyê û şert û mercên tenduristiyê yên baştir hewce ne.   Hêjayî gotinê ye ku tevî van hemû êşan û şert û mercên xerab ên ku mirov tê de dijîn, dema ku me pirs kir ku di vê rewşê de hêviya siberojê wan çîye, bê îstîsna hemûyan gotin ku ew hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin Efrînê û dagirkeriya dewleta Tirk dawî bibe û ew ê karibin di nava ewlehî, aramî û aştiyê de bijîn. Yekane çareserî ji pirsgirêkên ku rû didin, vekişîna dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê ye."