Fatoş Goksungur: Çi dikin bila bikin, wê herin 2023-04-27 09:47:11     Melek Avci   ENQERE - Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur, da zanîn divê kesên li derveyî welat ji bo rejîma yekmêrî ji holê rabe dengê xwe bi kar bînin. Fatoşê got:"Ger em naxwazim piştî 21 salan em dîsa bi polîtîkayên komkujiyê rû bi rû bimînin, ger em dixwazin bingeha komareke demokratîk ava bibe, divê dîktator biçe."   Ji bo hilbijatinên 14'ê Gulanê demeke kurt ma. Ji îro pê de kesên li derveyî welat jî dest bi bikaranîna dengan kirin. Wê bikaranîna dengan heta 9'ê Gulanê dewam bike.    Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur, derbarê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk a li derveyî welat de ji ajansa me re nirxandin kir. Fatoşê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 2023'yan.   Fatoşê bal kişand ser binçavkirinên berî hilbijartinê û wiha got:"Kurdistan dîsa bi binçavkirinan hişyar bû. Ev diyar dike ku îktidara faşîst a AKP-MHP'ê çawa ji kurdan ditirse. Binçavkirina nêzî 250 rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedarî nîşaneya têkçûyina AKP-MHP'ê ye. Ji ber parêzer nelirêtiyên di hilbijartinê de yê AKP'ê derdixin holê loma hatin binçavkirin. Hunermendan jî di serdama hilbijartinê de bi hunera xwe hezkirina gel qezenc kirin. Loma ji hunermendên kurd ditirsin. Her wiha ji hunermendên din ên mûxalîf jî ditirsin. Dîsa di vê pêvajoyê de rojnamegeran nelirêtiyên AKP'ê, nelirêtiyên dîktator derxistin holê. Lê belê tu fêdeya tirsê tune ye. Ev gel bi salan e li qadan e, li berxwe dide, jin li berxwe didin. Bi vê têkoşînê ev têkoşîn hat vê nokteyê. Tim rêbaza heman bi kar tînin. Lê belê ew ê fêde neke. Ev tirsa wan tu fêdeya wê tune ye û wê teqez herin. Hêrsa me mezin e. Ez operasyonên qirkirin, binçavkirinê yên AKP'ê şermezar dikim."   'Pêkan e ku em ji vê faşîzmê rizgar bibin'   Fatoşê bal kişand ser bikaranîna deng a kesên li derveyî welêt û wiha pê de çû:"Wê di 27'ê Nîsanê de kesê li derveyî welêt herin ser sindoqan. Li vir jî ew hestê 'wê êdî herin' serdest e. Ev ji mehekê zêdetir e em li her derên Ewropayê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Hevparên Çepa Kesk ji gelek rojnameger, akademîsyen, parlamenterên hatine sirgunkurin jî pêk tên. Her wiha ji saziyên civaka sîvîl pêk tên. Her kes ji qada xwe ji bo dîktator here dixebitin. Îfadeya vê ya herî şênber jî çûyina ser sindoqan a hilbijêran e. Wê di 27'ê Nîsanê de li gelek cihên cîhanê sindoq bên danîn û heta 9'ê Gulanê wê bikaranîna dengan bidome. Potansiyela denga y aherî zêde li Ewropayê ye. Niha hejmara hilbijêrên li derve li dora 3 milyon û 300 hezarî ye. Li dora 1 û nîv milyonî li Elmanyayê ye. Li gor îstatîstîkên sala 2018'an HDP li Siwêd, Îngilistan, Fransa, Îskandînavyayê bûye partiye yekem. Li Elmanya û Hollandayê bûbû partiya duyem. Me plansaziyên ji bo hijbijartinê amade kir. Ger hijbijêr herin ser sindoqan hinek be jî pêkan e ku em ji vê faşîzmê rizgar bibin.    'Ji bo dîktator here hêviyek heye'   Fatoşê da zanîn ew xebatên ji bo hilbijêr herin ser sindoqan didomînin û wiha pê de çû:"Di hijbijartinên din de me li Ewropayê mîtîngên mezin çêdikirin. Me civîn li dar xistin. Lê belê me plansaziyeke ku em hibijêran bibin ser sindoqan me nekir. Ji bo dîktator here hêviyek heye. Ger em naxwazim piştî 21 salan em dîsa bi polîtîkayên komkujiyê rû bi rû bimînin, ger em dixwazin bingeha komareke demokratîk ava bibe, divê dîktator biçe. Divê kurd ji bo ewlehiya hijbijartinê jî bixebitin. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tecrubeyek xwedîderketina sindoqan heye. Li hemû Ewropayê potansiyela me ya muşahit heye û ev bi rêya HDP'ê ji bo ewlehiya hijbijartinê bû fermî. Qertên muşahitiyê jî hatin. Piştî di navbera 27'ê Nîsan û 9'ê Gulanê de karê dengdayinê biqede êdî asta şandina sindoqan a dengan heye. Wê li Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê ji bo ewlehiya denga 300-400 kes bên peywirdarkirin. Li Ewropayê pirsgirêkek tune ye lê belê em ji binçavkirina ji roja sêşemê dizanin ku AKP wê têkildarî deng û hilbijartinê siyaseteke çawa bimeşîne. HUDAPAR siyaseta komkujiyê dişopîne, kurd wan ji salên 90'î pir baş nas dikin. Hêzên milîtarîst ên AKP'ê ne. HUDAPAR lingê komkujiyê yê Hizbullahê ye. Di daxuyaniyan de dibêjin em ê sindoqan biparêzin. Ev gefxwarineke mezin e. Tevî vêya jî wê hilbijêrên Çepa Kesk, kurd, sosyalîst, jin sindoqan biparêzin. Loma wê hevalên me kîsên dengan biparêzin û ranazin."    'Bi dengekî gelek tişt diguhere'   Fatoşê da zanîn Ewropa tenê wekî herêmeke tenê ya hilbijartinê derbas dibe lê ev ne rast e û wiha got:"Hinek şaşfêmkirin hene. Li balyozxaneya Berînê ya li Elmanyayê ji sed hezarî zêdetir hilbijêr hene. Ji bo hinekan 10 roj ji bo hinekan jî 3 roj dema bikaranîna dengan heye. Hilbijêrekî ku qeyda wî li balyozxaneya Zurihê hebe û di navbera dîroka dengdayinê de dengê xwe bi kar neyne jî mafê wî yê deng naçe. Dikare biçe balyozxaneyeke Ewropayê û dengê xwe bi kar bîne. Dîsa ger di navbera 27'ê Nîsanê û ya 9'ê Gulanê de deng bi kar neyne jî dikare heta 14'ê Gulanê li ber deriyên gumruk, li balafirgehê dengê xwe bi kar bînin. Lê gerek ew rehetiya jixwe heta 14'ê Gulanê dema min heye jî tune be. Bila gelê me yê li Ewropayê bizanibe ku faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkayên zextê yên li Tirkiyeyê pêk tîne xwest li Ewropayê jî pêk bîne. Tirseke kesên li Ewropayê heye. Dibêjin gelo dema em herin dengê xwe bi kar bînin wê me bigirin bin çavan. Bila kes nebêje bi dengekî tiştek nabe, bi dengekî gelek tişt diguhere. Ji bo dîktator here divê em dengê xwe bi kar bînin."   'Gotinên Partiya Çep a Kesk zelal in'   Fatoş, wiha bal kişand ser helwesta nêzîkatiya dewletê ya li hemberî partiyên siyasî yên kurd: "Ji HEP’ê heta niha li Tirkiyeyê her tim partiyeke siyasî, meşrû û demokratîk ên kurdan hebû. Ez jî di nav wan partiyan de bûm, min li Tirkiyeyê aktîf siyasetê dikir. Niha jî li Ewropayê siyasetê dikim. Çi hîkmetê ku dema hilbijartin nêz dibe hewldana girtina partiyên kurd dikin. Polîtîkayên qeyûmê tê wateya tunehesibandina vîna kurd û xespkirinê ye, betalkirina parlamenteriyê, girtina 10 hezar siyasetmedaran, blokekirina alîkariya xezîneyê hwd. bi sala ne tê kirin. Operasyona ku roja sêşemê pêk hatî tê wateya windakirina AKP-MHP'ê. Niha hem li Ewropayê û hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk didome. Li Deryaya Reş, Ege û Anatolyaya Navîn de didomin. Partiya Çep a Kesk di gotinên xwe de zelal e û samîmî ye. Ne tenê kurd, gelên ku niha di bin birdoziya Komara Tirkiyeyê dijîn di vê ferqê de ye.    'Li dijî polîtîkayên qirkirinê biçin ser sindoqan'   Fatoş, destnîşan kir ku li dijî îktîdarê divê her kes biçe ser sindoqan û got: "Dîroka sedsalî ya komarê ne tenê li hemberî kurd, li hemberî jin, elewî û gelên din her tim di nav hewldana înkar, îmha, qetlîam û bişaftinê bû. Ji ber vê sedemê jî Manîfestoya Komara Demokratîk a Partiya Çep a Kesk girîng e. Heke em li ser vê axê dixwazin bi hev re bijîn divê dewlet demokratîk be. Ji bo dewlet demokratîk bibe divê di makeqanûnê de şert û mercên jiyana wekhev a gelan bê bicihkirin û bê mîsogerkirin. Em ji Ewropayê dikarin tenê vê tiştî bêjin, ji bo hemû gelan, ji bo jinan û ji bo civaka elewî di 27'ê nîsanê de biçin deng bidin. Her wiha kesên li derdora xwe jî îkna bikin ji bo deng dayînê. Li dijî polîtîkayên qetlîamên din divê biçin ser sindoqan. Ji bo demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê, li dijî dîktatoriya faşîzma AKP-MHP'ê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê em biçin deng bidin. Li dijî polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî kurd divê em seferber bin.  Jinên ku li Ewropayê dijîn, li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, li dijî destdirêjî, taciz, şîdet, qetilkirinê û polîtîkayên tunehesibandinê divê em deng bidin."   'Li dijî tecrîdê biçin ser sindoqan'   Fatoş di axaftina xwe de wiha behsa tecrîdê kir: "Ji bo şopandina hilbijartina li Tirkiyeyê ji Ewropayê 200 û 300 parlamenter, rojnameger û dostên gelan dê biçin Tirkiyeyê. Bi taybetî jî li Kurdistanê AKP li hemberî sindoqan plansaziyên cudatir dike û ji bo parastina dengan dê ev kes biçin herêman. Diyare ku li Tirkiyeyê dê demeke nû destpê bike. Ji niha ve hîn rojnameyên ku zêdetir tên firotin dinîvsînin. Hilbijartina li Tirkiyeyê ne tenê ji bo Ewropayê ji bo polîtîkayên Rojhilata Navîn û Rojava jî girîng e. Em dibêjin hilbijartina sedsalî. Di sedsaliya Lozanê de em diçin hilbijartinê. Lê duyemîn sedsaliyê de dê gelan carekdin polîtîkayên demokratîkbûn û azadiyê ya gelan ava bikin. Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê xwe, li dijî zext û zordariya li hemberî zimanê xwe deng bidin. Her wiha tecrîda ku 25 sal in didome, dê di 15'ê gulanê de bi guherîna hikûmetê dê bişkê, parêzer û malbat dê biçin hevdîtinê. Ev tişt hêviya azadiya Serokatiyê mezin dike. Li dijî rakirina tecrîdê divê kurd biçin ser sindoqan û dîktatora heyî ji holê rakin."