Li Mexmûrê operasyona dijî parêzer, hunermend û siyasetmedaran hate şermezarkirin 2023-04-26 11:42:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê operasyon û binçavkirinên li bakurê Kurdistanê ya li dijî, rojnameger, parêzer siyasetmedar û hunermendan hat şermezarkirin.   Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qirkirinên siyasî yên duh li bakurê Kurdistanê ku di encamê de 126 kes hatin dîlgirtin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî.   Yusuf, di destpêka axaftina xwe de girtin û qirkirinên siyasî yên li bakurê Kurdistanê ku ji aliyê deweta Tirk a dagirker ve tê pêkanîn şermezar kir û wiha got: “Em ji girtinên duh li Bakurê Kurdistanê pêkhatîn ne xerîbin. Her ku Kurd dibin îrade û baweriya wan çêdibe ev girtin zêdetir dibin. Pêwîste Kurd ji vê yekê hêzê bigirin û hêrsa xwe ya li hember vê dagikeriyê nîşan bikin.    Ji bo ku em bikaribin vê faşîzmê bişkînin divê tişta ji destê me tê em bikin. Pêwîste li Kurdistan û derveyî Kurdistanê em li hember vê dagirkeriyê bibin xwedî îrade û vê faşîzêm hilweşînin. Rêya vê jî berxwedan û şopandan  felsefeya Rêber Apo ye. Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin di hilbijartinên demê pêş de bersiva pêwîst ji bo dijmin were dayîn. Emê bi fikir û felsefeya Rêber Apo di hilbijartinên de lingê dagirkeriyê bişkînin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.