Şanoya Bajar a Amedê:Hun nikarin hunera me bêdeng bikin. 2023-04-25 18:02:58   AMED - Şanoya Bajar a Amedê bertek nîşanê ku di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin da û diyar kir ku hun nikarin hunera me bêdeng bikin.   Navenda wê Amed li 21 navçeyan bi ser malande hat girtin û herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya operasyonê de hunermendên Şanoya Bajar a Amedê jî hatin binçavkirin. Şanoya Bajar a Amedê li ser çapemeniya civakî daxuyanî da û destnîşan kir ku hevalên wan vê sibehê hatine binçavkirin û gotin Şanoya Bajar rumeta me ye hun nikarin dengê hunerê bêdeng bikin.