Deriyên navendên çandê şikandin û hunermend binçav kirin 2023-04-25 13:36:10     AMED - Di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hat destpêkirin de avêtin ser saziyên çandê û gelek hunermend hatin binçavkirin.   Li 21 ??bajarên navenda  wê Amedê bi ser malan de hat giritn û herî kêm 110 kes hatin binçavkirin. Di nav cihên serdegirtinê de Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Kosera Mêrdînê û Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê hene. Dema deriyên komeleyan hatin şikandin, gelek xebatkar û hunermendên komeleyê hatin binçavkirin.   Navê  kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kibar Suvarî, Velat Ersîn, Mesut Gever û Kevve Çelîk, Mesut Baskin e.