Li Hewagê buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-24 16:39:39   RIHA - Li taxa Golbaşi ya navçeya Hewagê ya Rihayê buroya hilbijartinê bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindana” û “Şehid namirin" hat vekirin.   Xebatên hilbijartinê didomin, li navçeya Hdwagê ji hêla Partiya Çep a Kesk ve buroya hilbijartinê hate vekirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Herêmên Demokratîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tevli vekirina buroyê bûn. Buro li taxa Golbaşiyê hate vekirin. Di vekirina buroyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindana” û “Şehid namirin” hatin berzkirin.    Namzeta Rihayê Nergîz Çîgdem Karakeçîlî, axivî û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û da zanîn ku dê dibin banê Partiya Çep a Kesk de jin, ciwan û gel dê bi ser kevin.    Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan jî bal kişand ser têkoşîna Gelê Kurd û da zanîn ku dê  ji bo azadiya ax û gelê xwe biçin ser sindokan.    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.