Partiya Çep a Kesk li Semsurê serdanên xwe didomîne 2023-04-23 18:53:51   SEMSUR – Rêxistina Partiya Çep a Kesk li Semsurê û gundên wê çûn serdana malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.   Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Semsurê serdanên xwe yên gel didomîne. Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Semsurê bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî re li Semsûrê û gundên wê çû serdana malbatên ku xizmên xwe di erdhêjê de winda kirine.   Di serdanê de şandeyê sersaxî ji malbat û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest û guh li pirsgirêk û gilî û gazinên wan kir.