Botan ji bo mîtinga jinê amade ye 2023-04-23 10:34:50   ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk wê sibehê li Silopiyayê di çarçoveya bernameya hilbijartinê de bi dirûşma "Dîsa jin dîsa jiyan" mîtînga jinê li dar bixe.    Li herêma Botanê Partiya Çep a Kesk, xebatên xwe bênavber didomîne. Li Botanê gel eleqeyek mezin nîşanî xebatan dide û bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin.    Mîtînga ewil li Silopiyayê ye    Bi çarçoveya xebatên hilbijartinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bi dirûşma, "Dîsa Jin, Dîsa Jiyan" mitîng bê lidarxistin. Jinên Botanê ku li her navçe, tax û gundan xebatên xwe didin meşandin, banga tevlîbûna mitîngê dikin.