Selma Gurkan: Em ê rejîma yekmêrî bişînin 2023-04-23 09:05:24     ENQERE - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Enqereyê Selma Gurkan diyar kir ku hêza 8’ê Adarê birine Newerozê û wê niha bibin 1’ê Gulanê û ji wir jî bibin 14’ê Gulanê. Selmayê anî ziman ku wê rejîma yekmêrî bişînin.   Xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê bê navber didomin. Namzeta herêma yekemîn a  Enqereyê ya Partiya Çep  Kesk Selma Gurkan  derbarê xebatan de axivî.   Selmayê di destpêka axaftinê de behsa xwe kir û wiha got: “ Ez di 1961’ê de li Enqereyê hatim dinê. Min di lîseyê de dest bi têkoşînê kir. Berê dema kedkara cemawerî bû, di Sendîkaya Sosyal-Sen  û Sendîka Kedkarên Buroyê ya girêdayê KESK’ê de xebitîm. Piştre teqawît bûm. Ji wê rojê şûnde di partiyê de di her astê de xebitîm.”   ‘Xizaniya jinê di dema AKP’ê de zêde bû’    Selmayê bal kişand ser polîtîkayên deshilatdariyê yên 21 sal in li hember jinan, gelan, karkeran tên meşandin û got: “Kuştin, tundî, newekheviya li hember jinan ji pirsgirêka giştî ya civakê ne serbixwe ye. Lê jin hîn bêtir giran dijîn. Di dema AKP’ê de şert û mercên karkeran giran bûn. Di dema AKP’ê de rojê 3-4 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Ji ser jiyana karkeran binpêkirin tê kirin. Karker 12-14 saet dixebitin lê heqdestekî kêm digirin. Karker dixebitin lê mixabin bi heqdestê digirin debara xwe nikarin bikin. Di dema AKP’ê de xizaniya jinan zêde bû. Tundiya li hember jinan zêde bû.”   ‘Em banga têkoşînê dikin’   Selmayê da zanîn ku vê jî têr nekiriye niha desthilatdarî tifaqek nû ava dike û wiha daxuyand: “Ez vê ji bo Partiya Refaha Nû û HUDA-PAR’ê dibêjim. Bi awayekî aşkera di hîmê vê tifaqê de polîtîkaya dijminahiya jinê dike heye. Di mutabakata vê tifaqê de rakirina qanûna 6284 û tunekirina mafên jinan heye. Ji ber vê jî em dibêjin ku ev pêşerojeke ji bo jin, karker û hemû gelên vî welatî nade. Ji ber vê jî wê jin biryara xwe di 14’ê Gulanê de bidin. Em banga têkoşînê li hemû kesî dikin.”   ‘Rojevên me yên sereke hene’   Selmayê bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bikevin meclîsê rojevên me yên sereke hene. Cînayetên kar, tenduristiya karker, ewlehiya karker, nexweşiyên pîşeyî, rêxistina karkeran, mafê bazara komî. Ya duyem jî bêguman wê mafên demokratîk û azadî bin. Ev ji bo hemû civakê ferz e. Ji bo avabûna azadiya baweriyê ev ferz e. Ji bo edaletê ji bo rakirina benda hilbijartinê ji bo astengiyên li pêş mafan, ji bo demokratîkbûnê ji bo mafê siyasetê ji bo wekheviya jin û mêr a li her qadê em ê têbikoşin.”   Selmayê diyar kir ku ew namzeta Enqereyê ye û ji bo tiştên ku bikin jî axivî û got wê li Enqereyê jî xebatên wan bi taybet hebin û der barê binpêkirina mafên karker, kedkaran yên li Sîncan, Mamak û Keçîorenê wê têkoşîna xwe bimeşînin.   Selmayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Em li parlamentoyê bi cih bibin em ê wek nûnerên gel peywira xwe bînin cih. Banga me ew e ku ji bo edalet, demokrasî û mafê gelan em bi hev re têbikoşin. Divê em hemû peywira xwe bînin cih û têbikoşin. Kesên aştî û azadiyê demokrasiyê dixwazin divê têbikoşin. Me hêza ji 8’ê Adarê girt bir Newrozê, hêza me ji Newrozê girt em ê bibin 1’ê Gulanê û ji wir jî bibin 14’ê Gulanê. Em ê rejîma yekmêrî bişînin.”