ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2023'YAN 2023-04-23 09:00:00     *Jinên ji navçeya Basayê destnîşan kirin ku êdî dema Erdogan qediyaye û gotin: “Her dengek hebûna me diyar dike. Divê hemû kes xwedî li sindoqan derbikeve.” DÎMEN HEYE   *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Leyla Kaya, anî ziman ku ji bo azadiya jinê, civakê û gelan pêwîstî bi guhertinê heye û bang li gel kir ku xwedî li vîn û dengê xwe derkevin. DÎMEN HEYE   *Erdhejzede Cennet Horos bertek nîşanî şaredarê AKP’yî da û diyar kir ku şaredar li dijî berteka wê qerfên xwe pê kiriye û wiha got: “Ev kon bi bacên me hatin girtin. Ma wan daye me?” DÎMEN HEYE   *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Enqereyê Selma Gurkan diyar kir ku hêza 8’ê Adarê birine Newerozê û wê niha bibin 1’ê Gulanê û ji wir jî bibin 14’ê Gulanê. Selmayê anî ziman ku wê rejîma yekmêrî bişînin. DÎMEN HEYE   *Jinên di buroya hilbijartinê ya jinan a Sultanbeylî ya Stenbolê dixebitin diyar kirin ku eleqe gelek mezin e û wek jinên li dora Partiya Çep a Kesk xwe rêxistin dikin wê bersivê bidin desthilatdariyê û bêjin oxir be. DÎMEN HEYE   *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin wiha got: “Em baş dizanin ku em ê bi ser Bİkevin. Ji ber em dengê gelê bindest, jinan, karkeran û kedkaran e. Ji ber em dengê hemûyan e em ê bi hev re qezenç bikin. DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê ji 1935’an heta niha di meclîsê de bi saya têkoşîna jinên Kurd, newekheviya pozîtîf, kota û nûneriya wekhev re partiyên siyasî zêdetir derketin pêş û di partiyên din ên siyasî de hebûna jinan tenê ji bo guhertina dîmen hat tercîhkirin.   *Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya 14’ê Gulanê Hilbijartinên Giştî de li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê dê xebatên xwe bidomîne. (11.00-18.00)