Li Sancaktepe buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin 2023-04-22 21:38:53   STENBOL - Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê bi gelek jinî re li Sancaktepe meş pêk anî û buroya hilbijartinê ya jinan vekir.   Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên dema 28’an re demek kurt ma. Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li Stenbolê li navçe ya Sancaktepe li taxa Meclîs buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.    Ji namzetên jin Kezban Konuçu Kok li ber buroyê axaftinek kir û diyar kir ku ew wisa hêsan nehatine vê astê bi têkoşînê û bi hêza jinê hatine vê rojê.  Kezbanê her wiha diyar kir ku wê teqez bi serkevin û bi vê bawer din.    Piştre di dirûşma ‘Jin jiyan azadî buro hat vekirin. Piştî  vê jinan diyar kirin ku wê bi Partiya Çep a Kesk desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin.