Rapora otopsiya Dîna derket holê 2023-04-22 17:59:20      NAVENDA NÛÇEYAN - Gabonlu Dîna ya bi guman jiyana xwe ji dest ra rapora otopsiya wê derket holê.    Xwendekara Zanîngeha Karabukê Jeannah Danys Dînabongho Ibouanaga ya 17 salî ku ji Gabonî bû bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Der barê mirina wê de Lijneya Îhtîsasa a Yekemîn a Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapora otopiya amade kiribû derket holê.   Madeya hişbirê nehat dîtin   Di raporê de hat tespîtkirin ku Dîna madeya hişbirê bikar neaniye û dermanên li ser cenaza wê hatiye dîtin ji bo dermankirina alerjiyê bikar aniye û di xwîna wê de madeya dermanê êşbirê hatiye dîtin.  Her wiha hat gotin ku di stûyê wê de şopa dest nehatiye dîtin û  şopa êrîşa zayendî nehatiye dîtin. Sedema mirina wê nehat diyarkirin.