Banga jinên Efganî ya li NY'ê: Bi kujerên me re hevkariyê nekin 2023-04-22 11:52:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Piştevaniya Jinên Efganîstanê di civîna xwe ya meha Gulanê ya li Dohayê hat lidarxistin de ji saziyên navneteweyî xwest ku li dijî Talîbanê helwesteke zelal nîşan bidin û got, "Birînên me kûr in, bi kujerên me re nebin hevpar."   Tevgera Piştevaniya Jinan a Efganîstanê, daxuyaniyên Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîne Muhammed ên derbarê hevdîtina wê ya bi Talîbanê re şermezar kir û got, "Birînên me kûr in, bi kujerên me re hevkariyê nekin."   Endamên Tevgera Piştevaniya Jinan a Efganîstanê helwesta Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed duh li Kabîlê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyanî û wêneyên ku ji malpera Raxşana re hatin belavkirin de jinan diyar kirin ku ew gotinên Alîkarê Sekreterê Giştî red dikin û destnîşan kirin ku Talîban tevgereke terorîst e. Jinan pankartên bi nivîsên "Talîban nas nekin", "Destûr nedin ku me bi saxî bixwin", "Piştgiriya terorê sûcê terorê ye" û "Ji cehaletê re na, ji Talîbanê re na" vekirin.   Banga nenaskirina Talîbanê dikin   Jinan li hemberî vexwendina endamên Talîbanê ya ji bo civîna ku dê di 1-2’ê Gulanê de li Dohaya paytexta Qeterê bê lidarxistin, ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin bertek nîşan dan. Her wiha jinan destnîşan kirin ku Talîbanê ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji jiyana civakî bigire heta vîna siyasî jin ji hemû qadan dûr xistiye, qedexe kiriye û bi cezayan zextê li ser wan dimeşîne.