‘Em dibêjin hemû deng ji Partiya Çep a Kesk re’ 2023-04-22 09:08:51     Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wek “hebûn û tunebûnê” penasekirin, bi lêv kirin ku ji bo azadî, edalet, hiqûq û demokrasiyê ve hilbijartin gelek girîng e û gotin hemû deng ji Partiya Çep a Kesk re. Jinan, her wiha bang li her kesî kirin ku xwedî li deng û sindoqên xwe derbikevin.   Di 14’ê Gulanê de Hilbijartinên Giştî ku pêk were xebatên Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) bê navber didome. Ev hilbijartina ku dê pêşeroja hemû gelan diyar bike de hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê welatiyên ku têkildarî hilbijartinê de diaxivin bi yek dengî dibêjin ew ê îktîdara AKP’ê bişînin. Ji ber vê yekê jî kolan bi kolan, tax bi tax û gund bi gund xebatên hilbijartinê û hişyariyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de jinên Mêrdînê jî têkildarî hilbijartinê de axivîn û gotin ew ê îktîdara AKP’ê bişînin.     ‘Em dibêjin hemû deng ji Partiya Çep a Kesk re’   Zelal Balligurel, anî ziman ku ev hilbijartin ji bo hemû gelan û civakan gelek girîng e û wiha got: “Hem ji bo jin, hem ji bo zarok û hem jî ji bo ciwanan divê êdî bêjin bes e. Divê ev pergal bê guherandin. Em jin li ser vê yekê disekinin û em ê bisekin. Heta ku em vê pergalê diguherînin. Divê hemû gelê me bibe yek û yekîtiya xwe ava bike. Ne bi tenê gel, divê hemû gel rabe li ser piyan. Bila Gelê Çerkez, Erep, Tirk û Suryanî hemû bibin yek û vê pergalê biguherînin. Taybetî divê em jin li dijî komkujiya jinan di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin. Ji ber wê jî em ê li aliyê Partiya Çep a Kesk bin. Ji bo ev bê edaletî bi dawî be, ji bo azadiya girtin û pêşeroja zarokên me û jiyanê em ê li kêleka Partiya Çep a Kesk bin. Em dibêjin hemû deng ji Partiya Çep a Kesk re.”   ‘Em ê vê carê şimaqekî li AKP’ê û hevkarên wî bixin’   Dayîk Hasîbe Mengîrkaon jî bi lêv kir ku ew hêvî dikin ku keda hezar salan ji bo hilbijartina îsal re bibe bersiv û wiha domand: “Ev bi salan e li ser vê xalê şer heye û xwîn tê rijandin. Lê me heta niha gelek hilbijartin derbas kirin. Lê belê hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo me girîng e. Ji ber ku em dixwazin textê Erdoganê dîkdator bihejînin. Wekî ku tê zanîn gelek dîkdator û desthilatdar hatine li ser vê xakê. Lê textê wan hejiya û îro navê wan jî tuneye. Ez bawer dikim ku Gelê Kurdistanê dê îktîdara AKP’ê ku bi çi planan hatibû dê paşve bişîne. Wekî ku hûn jî zanin navê dirûşmeya me ‘em li vir in’ e û em ê bên. Ji bo wekheviya gelan, ji zilm û zordariyê rabikin, ji bo bawerî û olan li cem hev bigirin, ji bo desthilatdariyê ji holê rabikin, ji bo pêşengên me yên hatine qetilkirin, ji bo rakirina tecrîdê, ji bo hizûr bê vê welatê û ji bo şerê qirêj bisekine em dibêjin em hatin. Ji ber vê yekê jî bang li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku îro roj roja me ye. Ev fersendeke ku ketiye destên me. Şoreşa Rojava, Başûr, Bakur bibînin. Ji bo xwedî li derketina nirxan em ê biçin meclîsê. Ji bo çareseriyê ev biçin hilbijartinê. Em ê vê carê şimaqekî li AKP’ê û hevkarên wî bixin. Em ê bi ser kevin.”   ‘Ev hilbijartin hebûn û tunebûna kurdan e’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mehsertê Elmas Demîrcan jî diyar kir ku sedsalane pergala serdest tundî li ser Gelê Kurd daye meşandin û got di her aliyê de şer dide meşandin, ne jin û ne jî zarokan nas nake. Elmas, da zanîn ku hebûn û tunebûna hemû gelan bi vê hibijartinê re girêdayî ye û wiha axivî: “Em bi vê hilbijartinê vê agirê bitewînin. Ji ber vê jî divê em xwedî hilbijartinê û dengê xwe derbikevin. Ji ber vê jî li her qadê berpirsyariya xwe bi cih bînin û gelê xwe şiyar bikin. Êdî bes e. Îro çawa dilê dayîkek dişewite divê hemû dayik vê êşê nav xwe de hês bikin. Divê hemû rêvebirî hişê xwe bidin serê xwe. Dem ne dema berê ye. Her tişt tê guhertin. Divê pergalên serdest hişê xwe bidin serê xwe. Civak ji ber zext û zilmê gelek pelçiqî. Lewma jî divê em xwedî civaka xwe jî derbikevin. Em jiyanek xwezayî û demokratîk ava bikin. Dema mirov tevahiya cihanê dinêre xeynî Tirkiyeyê ev qas şerek dijwar tuneye. Divê em ev şerê ku li dijî kurdan tê kirin bi dawî bikin. Divê em wek civak berpirsyariya xwe zanibin û xwedî dengê xwe derbikevin. Bila hemû kes dengê xwe bide xwe. Kîjan partî xwezayê diparêze, demokratîke, hemû civakan nav xwe de dihewîne divê em bidin wê partiyê. Ji ber vê jî Partiya Çep a Kesk îro hemû mirovahiyê nav xwe de dihewîne. Bi vê partiyê jin azad dibin. Divê hemû kes tundiya ku li ser jinê tê kirin jî bide li ber çavan.”   Banga xwedî li derketina sindoqan   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Bozan jî da xuyand ku divê civak ji her carê zêdetir girîngiye bide vê hilbijartinê û li gor wê gavên xwe bavêje. Ayşe, destnîşan kir ku ev hilbijartin taybetî ji bo jinan girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberî bi êrişên zilm û zordariya tê kirin, li hemberî mafê jinan, li dijî tayînkirina qeyûman, li hemberê tecrîdê, li hemberê karkerên ku ji kar hatin avêtin, li hember xizaniyê û hemû beşên din ev hilbijartin girîng e. Divê em wek hilbijartinek rêzê lê nenêrin. Em lê dinêrin ku êrişê partiyên siyasî tên kirin, qirkirinên siyasî tên kirin, civakê de jin tên qetilkirin û bêedaletiyek mezin heye. Ji ber vê jî ev hilbijartin di aliyê siyasî, hiqûqî, edalet, mafê mirovan û girtîgehan de gelek girîng e. Bi hezaran siyasetmedarên me ji ber daxwaza azadî û demokrasiyê kirine di girtîgehê de dîl tên girtin. Ev bi rojan e em xebatên xwe dimeşînin. Lê hilbijartin di sindoqan de bi dawî dibe. Ji bo vê jî divê hemû kes berpirsyarê sindoqên xwe bin. Em li ber dibistanan bisekinin. Muşahîtên berpirsyarên sindoqan heta evraqan negirin, jimartin neyê kirin divê ji dibistanan veneqetin. Lewma jî divê em xwedî sindoqan derbikevin. Ger ku em xwedî sindoqan dernekevin dê keda me hemû vala derbikeve.”