'Jineolojî ji bo pêşketina zanistê û çareseriya pirsgirêkên civakê ye' 2023-04-22 09:04:21     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên bal kişandin ser girîngî û belavbûyina zanista Jinolojiyê wiha gotin:"Ev zanista Jineolojiyê bi hemû qadên xwe û xebata xwe bû bersivek li hemberî zanista ku civak û jin tune dikir. Li beramberî vê yekê erka jineolojiyê, derxistina dîroka rast û nasnameya wê ye. Jineolojî ji bo pêşketina zanistê û çareseriya pirsgirêkên civakê ye"   Li ser zanista jinê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan formule kiriye li gelek cihên cîhanê xebatên atolyeyan tên kirin, perwerde tên dayin. Li Rojavayê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de xebatên atolye, perwerdeyê tên dayin. Bi taybet di warê lidarxistina atolyeyên Jineolojiyê de jî pêşketinek berbiçav heye. Jineolojî bi zanista xwe rêya jinan û civakê ronî dike. Her wiha li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh Jineolojî xwe bi rêxistin dike û gelek karên jinan bi rê ve dibe. Armanc dike ku bi zanista xwe di nava civakê de wekhevî, edalet û hevjiyana azad biafirîne. Di heman demê de jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jineolojiyê ji xwe re weke zayînek nû bi nav dikin. Jineolojî li tevahî herêman di aliyê sosyolojî û dîroka jinan de lêkolînên berfireh daye destpêkirin, ev yek jî dihêle ku civak zêdetir zanista jinan meraq bike.   Jinan li ser mijara zanista Jineolojiyê û girîngîya atolyeyên tên lidarxistin nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.   'Jineolojî bû beşek azadiyê'   Endama Navenda Jineolojiyê ya herêma Minbicê Asya Muhamed bal kişand ser berî Şoreşa Rojava û wiha got:"Beriya Şoreşa Rojava jin ji hemû mafên xwe bêpar mabûn. Her wiha desthilatdariyek bi ser jinê de hatibû meşandin lê ji ber zanista Jineolojiyê jinan xwe pêş xistin. Êdî her ku diçe jin û civak xwe ber bi azadiyê ve dibin ji ber zanista Jineolojiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê hate dayîn û bû beşek ji beşên azadiyê."   'Bi fikrên Rêber Ocalan jinan gavên girîng avêtin'   Asyayê bi lêv kir bi derketina ramanên Rêbertî û zanista Jineolojiyê, jinan gavên pir girîng ên ber bi azadiyê ve avêtin û wiha pê de çû: "Zanista Jineolojiyê bi awayekî pir berfireh bandor li herdu zayendan kir û bi taybet bandor li jinê kir. Ji ber jinê di vê demê de mafê xwe nas kir û cihê xwe di gelek qadan de girt. Wekî qada leşkerî, aborî, siyasî tendirustî û hwd. Her wiha jin di demên berê de ketibû bin desthiledariya bav û bira. Her wiha piştî wê diket bin desthiledariya hevjînê xwe û bi vî awayî jin tune dikirin lê bi derketina zanista Jieolojiyê û bi taybet bi derketina fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî jinan gavên pir giran û girîng ber bi azadiyê ve avêtin."   'Dema jinê xwe ji bin desthilatdariya mêr rizgar kir ev şoreşek e'   Asyayê da zanîn bi saya zanista Jineolojiyê gelek guhertin çêbûne û wiha got:"Bi riya vê zanistê pêşketinek pir xurt hat çêkirin. Yek ji wan pêşketinan jî dayina dersên derbarê Jineolojiyê de bû. Di dibistanan de bi taybet ji bo pêkhateyên ereb, dersên Jineolojiyê hat dayin. Her wiha jinan di saziyan de di asta rêvebertiyê de cih girtin. Dema jinê xwe ji bin desthilatdariya mêr rizgar kir û li mafê xwe xwedî derket, ev bi serê xwe şoreşek e."   'Divê jin zordarî û koletiyê li ser xwe nepejirîne'   Asyayê diyar kir ku riya azadiyê li pêşiya jinê hatiye vekirin, êdî pêwîst e jin jî koletiyê nepejirîne û wiha lê zêde kir:"Ji ber ku zanista Jineolojiyê ji bo çareseriya nakokiyan di navbera jin û mêr de ye, pêwîst e hemû jin xwe bigihîn vê zanistê û bi kûrahî analîz bikin. Her wiha rê li pêşiya wê hatiye vekirin, ew jî pêwîst e li ser xwe bixebite, xwedî vîn û îradeya xwe derkeve, zordarî û koletiyê li ser xwe nepejirîne."   'Erka jineolojiyê, derxistina dîroka rast û nasnameya wê ye'   Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Zanista Jineolojiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan di sosyalojiya azadiyê de pêşniyar kir di cih de bû. Ev zanista Jineolojiyê bi hemû qadên xwe û xebata xwe bû bersivek li hemberî zanista ku civak û jin tune dikir. Li beramberî vê yekê erka jineolojiyê, derxistina dîroka rast û nasnameya wê ye."   'Zanista Jineolojiyê ji pirsgirêkên civakê re dibe çare'   Rojiyan diyar kir bi zanista Jineolojiyê re herdu zayend dibin yek, li hember pirsgirêkên civakê dibin çare û wiha axaftina xwe da dewamkirin:"Erka Jineolojiyê ya çareseriya hemû pirsgirêkên civakî dest pê kir û bi taybet dema sazî û navend li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin û li Bakur gelek panel û semîner li ser zanista Jineolojiyê hate dayîn. Wê demê li ser çareseriya pirsgirêkên civakî bêtir hat sekinandin. Xebata zanista Jineolojiyê her ku çû zêdetir bû. Kovarên taybet ji sê mehan carekê hatin weşandin û ev xebat ne tenê ji bo jinê hate kirin di heman demê de ji bo mêran jî hate kirin. Ji bo ku hevsengiyek di civakê de were çêkirin bi taybet li Helebê komxebateke taybet bi dirûşma 'guhertina kesayetê gihandina civaka azad e' hate lidarxistin û bi demê re ev xebat hêdî hêdî hate pejirandin. Erka Jineolojiyê yek jê jî ji bo ku em herdu zayendan bikin yek û li ser hêmayê herdu zayendan em lêkolînên xwe bidin pêşxistin bû. Her bi vî awayî wê pirsgirêkên civakê werin çareserkirin."   'Bi perwerde, panel û semîneran me xebatên xwe pêş xist'   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Helebê Yesmîn Muhamed da xuyakirin ku bi dayina semîner, panel û semîneran xebatên wan pêş dikevin û got:"Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya ku li taxa Şêxmeqsûdê hate vekirin em diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin. Navend di 2021'ê de hate vekirin lê berîya ku were vekirin me xebata xwe bi dayîna semîneran a di nava saziyên civakê de da destpêkirin. Bi pêşniyar û nêrînên saziyan Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li bajarê Helebê hat vekirin. Bi xebatên wekî şano, panel, perwerde û semîneran me xwe pêş xist."   'Nîqaşên derbarê çareserkirina pirsgirêkên civakê hîna dewam in'   Yesmînê bi lêv kir nîqaşên derbarê çareserkirina pirsgirêkên civakê de hîna berdewam in û wiha lê zêde kir:"Bi dayîna perwerde û semînerên cur bi cur ên li ser berxwedana Şêxmeqsûd, berdana jinan, malbata demokratîk û erdhejê xebata me ya Jineolojiyê bêhtir bi pêş diket û li dawiyê lidarxistina panelek ku xebata me ya du salan da şîrovekirin êdî gelek derfet li pêşiya saziyên din hate vekirin da ku zanista Jineolojiyê bidin nirxandin. Di encamê de nirxandinên pir baş û girîng hatin kirin û nîqaşên me yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên civakê hîna berdewam in."   'Erka Jineolojiyê ew e ku hemû hêmanên civakê zindî bike'   Yesmînê da zanîn erka Jineolojiyê ew e ku hemû hêmanên civakê zindî bike û wiha got:"Erka me wekî Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ji bo zindîkirina hemû hêmanan e. Her wiha hemû endamên civakê xwe bi xwe bi rê ve bibin û civaka xwe zindî bikin. Jineolojî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê û pêşxistina zanista jinê ji Rêber Abdullah Ocalan pêşniyarek bû."   'Gaveke pir girîng e ku zanisteke xweser ji bo jinê hatiye avakirin'   Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Efrîn-Şehbayê Zahîde Mamo li ser zanista Jineolojiyê wiha got:"Zanista Jineolojiyê zanista jin û jiyanê ye ku Rêber Abdullah Ocalan di sosyalojiya azadiyê de pêşniyar kir. Zanista Jineolojiyê êdî di nava dibistan û civakê de ketiye meriyetê. Ev ji bo jinê gaveke girîng e. Ev cara yekemîn e jin zanisteke xwe ya xweser ava dike. Li herêmên Şehbayê jî bi taybet piştî şerê bi çeteyên DAÎŞ'ê re ku pêvajoyeke pir giran derbas bû me xwest bi zanista Jineolojiyê van bûyeran derbas bikin."   'Em ê hewl bidin zanista Jineolojiyê di nava civakê de bidin belavkirin'   Zahîdeyê wiha axaftina xwe da dewamkirin:"Zanista Jineolojiyê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê ye, di heman demê de naskirina destkeftiyên ku jinê bi dest xistine. Her wiha li ser kîjan sincê zarokên xwe di hundir malbatê de xwedî dike? Ji bo wê em bi erka xwe hewl didin wan destkeftiyan biparêzin û di rûpelên dîrokê de binivîsin. Her wiha di nava civakê de ev zanista Jineolojiyê tam nehatiye naskirin. Wê berberî vê yekê xebata me xurtir bibe, bi plansazî û bi rêxistinî em ê tev bigerin û di nava îdeolojî û zanistê de hevsengiyekê bidin avakirin. Em ê hewl bidin zanista Jineolojiyê di nava civakê de bidin belavkirin."