Partiya Çep a Kesk û HDP li Îzmîrê bi gel re hat ba hev 2023-04-21 16:48:50     ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de bi sedan welatiyan re hat gel hevdu. Namzetên Partiya Çep a Kesk li vir wiha gotin:"Em ê cejna esil di 15'ê Gulanê de pîroz bikin. Wê têkoşîna me heta Kurdistan û Tirkiye azad bibe dewam bike. "   Partiya Çep a Kesk û Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi munasebeta Cejna Remezanê bername li dar xistin. Namzetên Partiya Çep a Kesk, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî vê bernameyê bûn.    Di bernameyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelik wiha got:"Em ê cejna esil di 15'ê Gulanê de pîroz bikin. Wê têkoşîna me heta Kurdistan û Tirkiye azad bibe dewam bike. "   Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk da zanîn ew ê bi azadiya Kurdistan û Tirkiyeyê cejna xwe pîroz bikin û got ew ê di 15'ê Gulanê de şahiyê li dar bixin û aştî û azadiya gelan pîroz bike.    Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk û Dayika Aştiyê Hediye Korkut jî cejna esil wê 15'ê Gulanê be û got wê bi hev re li kolanan bin û dê aştî ya wan be.    Dayika Denîz Poyraz jî diyar kir wê serkeftin a jinan û ciwanan be û got roj roja azadî û aştiyê ye, em xwedî li xebat û partiya xwe derkevin.    Parlamenterê HDP'ê Mura Çepnî jî got wê li dijî mêtingeriyê teqez cejn bê.    Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu diyar kir ku ew ê heta rojên azad têbikoşin û got ji bo em bigihêjin azadiyê divê em piştevaniyê mezin bikin, em ê bi hev re bi ser bikevin.    Li avahiya ku bi sedan kes lê bûn wê pîrozkirina cejnê heta dawiya rojê dewam bike.