Serdana goristanan hat kirin 2023-04-21 15:57:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebata Cejna Remezanê serdana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin.    Bi munasebata Cejna Remezanê li Kurdistan û Tirkiyeyê serdana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin.    Stenbol    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk di serdana Goristana Gaziyê de axivîn û soza serxistina têkoşînê dan kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane.    Bi munasebeta Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane yên li Goristana Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê hatin ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hate kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Riza Karaman, Kamîle Kandal, Berfîn Polat û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAT), Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl di serdanê de cih girtin.    Ziyaretvan ji ewil li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) hatin ba hev. Ev der, ji saetên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ziyaretvanan li vir cejna hev pîroz kir û piştre jî ber bi Goristana Gaziyê ve meşiyan. Tevî astengkirinên polîsan jî komê dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin û bi çepikan heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji ewil bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre jî axaftin hatin kirin.    'Ev hilbijartin dê dawiya kesên hiqûq binpê kirin bîne’   Di serdanê de ji ewil Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Sûltangaziyê Zubeyde Înce axivî û ev tişt anî ziman: “Em, kesên ji bo rûmeta mirovahiyê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Welatê me veguherandine girtîgehê. Hêvîdar im ku ev dorpêça li Taxa Gaziyê bibe dorpêça dawî. Ev hilbijartin dê dawiya kesên hiqûq binpê kirin bîne. Berxwedan jiyan e.”    Piştre jî namzeta parlamenteriyê Kamîle Kandal axivî û wiha got: “Ez, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em soz didin wan ku dê têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê bidomînin. Di mijara domandina vê dozê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Divê hemû kes xwe li gorî vê berpirsyartiyê amade bike.”    'Êdî bes e'   Ji namzetên parlamenteriyê Berfîn Polat jî destnîşan kir ku wan sond xwariye ku dê mîrasa şehîdên şoreşê her tim bidin jiyîn û têkoşîna wan bidomînin.     Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Riza Karaman axivî û wiha domand: “Em vê pergala zordest ji komkujiyên Koçgirî, Dêrsim û Agiriyê nas dikin. Ev pergal, dijminê kurd û elewiyan e. Li dijî vê pergalê kesên bindest neçar in ku bên ba hev û bi hev re li ber xwe bidin. Dema hatiye ku em êdî ji van komên rantxwir û çete re bibêjin ‘êdî bes e.’”   Piştî axaftinan jî Pîrê Elewiyan Îbrahîm Erdogan Gulbang xwend. Piştre jî helbestên berxwedanê hatin xwendin û beşdaran qurnefîl danîn ser goran.    Şirnex   HDP û Partiya Çep a Kesk li Şirnexê çûn serdana goran. Berdevkên Partiya Çep a Kesk a Şirnexê û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz jî di nav de gelek çûn serdanan goran û piştre jî cejna welatiyan pîroz kirin.    Wê Partiya Çep a Kesk û HDP heta dawiya rojê jî serdanên cejnê bikin. Partiya Çep a Kesk û HDP'ê li Silopiya û Hezexê jî serdana goran kirin û cejna welatiyan pîroz kirin.