ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-21 09:00:00     * Li Sêrtê ku kar û xebatên hilbijartinê bi lez û bez tên kirin, jinên ji van xbatan re pêşengtiyê dikin diyar kirin ku ew di serê de Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazin.  DÎMEN HEYE   *Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan pergala hevserokatiyê ye. Ev pergala di hedefa desthilatdariyê de ye tevî hemû êrîşan ji civakê re dibe îlham.   "Divê em ji cihekî dest pê bikin. Divê em hestên aydiyetê pêşbixin, hevsengiya jiyan-mirin-jiyanê bizanibin û ji bo jiyanê jî watedarkirinên xwe kom bikin.  Ez ji bo jinan ferzce. Dema em di armanca xwe de zelal bin wê demê em ê rêbaz û potansiyela heqîqetê baştir fêm bikin." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de yek ji 15 kesên hatibû binçavkirin û îdianame derbarê de hatibû amadekirin Remziye Temel e. Dozger ji bo Remziyeyê biryara "Delîl nehatiye dîtin lê dîsa jî îştiraqê sûcan e" da.    *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Duzceyê Ekîm Devrîm Çapartaş, dê bi hev re têbikoşîn û got: "Em ê bi gotina ‘Em hene em li vir in û hûn nikarin me tune bikin, bersiv bidin desthilatdariyê. Ji bo hilbijêrên Partiya Çep a Kesk hilbijartin qada têkoşînê ye. Têkoşîna esas di rêya sêyemîn de ye." BI DÎMEN    *Li Hatayê ji ber kavilên avahiyan bêyî ku serê wan bê girtin û bêyî bê avdan rakirin, hewa qirêj bû, qirêjî didome. Tevî nobeta jiyanê ya tê meşandin û hişyariya xebatkarên tenduristiyê, kavil li nêzî qadên jiyanê tên valakirin û tengbûna hilmê û nexweşiyên kuxikê zêde bûn.   *Girtiya nexweş a  giran a PKK’yî Gulistan Abdo ku di 1994’an de birîndar hat girtin û ji ber nehat dermankirin çîma wê ya çepê hat jêkirin, neçare bi platînê bijî. Gulîstan ku 29 sal in girtiye tevî nexweşiyên wê nayê berdan. Yekane daxwaza Gulistanê tehliyekirin e.