Li Helebê li ser gora pakrewanan mûm hat vêxistin 2023-04-21 08:42:10     HELEB - Bi munasebeta hatina cejna Remezanê li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê li ser gora pekrewanan mûm hatin vêxistin.    Bi munasebeta hatina cejna Remezanê li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê li ser gora pekrewanan mûm hatin vêxistin.    Mûm li goristana pakrewanên Şêxmeqsûda berxwedêr a ku li deverê bi navê Şiqeyef ku li xerbî taxê dikeve hat vêxistin. Bi amedebûna endamên sazî û partiyên taxê û malbetên pekrewanan serdana gorê hat kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin hatin kirin.   'Em hêvî dikin ku cejna vê salê bibe cejna aştî û aramiyê'   Ji aliye meclîsa malbeta pekrewanan a taxa Şêxmeqsûd dayika pakrewan Şêrwan, Xede Mihemed Remedan ji ajansa me re axivî  û got:“Di destpêkê de em li hember têkoşîna pakrewanan serê xwe ditewînin, her wiha em vê cejnê li hemû gelê xwe û pêkhateyên musliman pîroz dikin û em hêvî dikin ku cejna vê salê bibe cejna aştî û aramiyê.”   'Em li pey şopa pakrewanên xwe bin'   Xede wiha axaftina xwe da berdewamkirin û got:“Em îro ji taxa Şêxmeqsûd taxa berxwedanê dibêjin ku tu kes nikare vîna gelê berxwedêr biçewisîne û em soz didin pakrewanên xwe ku em ê li pey şopa wan bimeşin heya em hemû deverên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.”