Dersîm Dag: Em bi Çep a Kesk de tên gel hev 2023-04-20 20:02:27   STENBOL-Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê bi şîara ‘wê pedal bigerin Çepa Kesk bê’ gera bisîkletê pêk anîn. Namzeta herêma yekemîn a Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Dersîm Dag di bernameyê de axivî û got: “Kî ji vê pergalê neraziye bila denga xwe bide Partiya Çep a Kesk.”   Meclîsa Ciwanan a Parştiya Çep a kesk di çarçoveya kampanya hilbijartinê de gera bîsîkletê ya bi şîara ‘wê pedal bigerin Çep a Kesk bê’pêk anî. Nokteya destpêkirinê Parka Yogurtçu ya Kadikoyê bû. Namzeta herêma yekemîn ya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Dersîm Dag û gelek ciwan tevli bûn.    Di dema gerê de ciwanan muzîkên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk û stranên Kurdî vekirin.   ‘Wê bi denga ciwanan biguhere’   Di dema gerê de Dersîm Dag axaftinek kurt kir û diya rkri ku ew ji bo jiyaneke ekolojîk îro pedalan digerînin û di heman demê de ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê bin bana Partiya Çep a Kesk de tên gel hev.   Dersîmê bang li hemû ciwanan kir ku denga xwe bidin Partiya Çep a Kesk û got kesên ji vê pergalê nerehetin divê denga xwe bidin û wê bi denga ciwanan ev pergal biguhere.    Piştî axaftinan ger li Îskeleya Tur Bostanci bidawî bû.