Li Amedê serdana goristanan 2023-04-20 16:05:27     AMED - Bi boneya roja erefeyê namzetên Partiya Çep a Kesk a Amedê çû serdana goristanan.    Bi boneya erefeya Cejna Remezanê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), namzetên Partiya Çep a Kesk, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) çûn serdana goristanên li Çemê Elîkan û Sîsê ya Lîcê.    Di serdana goristanan de dia hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Serdana goristana li taxa Sîsê ya Licê ji hêla leşkeran ve hat astengkirin. Girseya ku li vir kom bû bertek nîşanî astengkirinan da. Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas axivî û got: "Bê sedem serdana me ya goristanan tê astengkirin. Ne zîhniyeteke wan a aştiyê heye û ne jî ya çareseriyê. Em astengkirina wan qebûl nakin."   Axaftin bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.    Latîf Kaymak di sala 2017'an de li Başûrê Kurdistanê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û malbatê li navçeya Pîrana Amedê konê şînê danîbû. MEBYA-DER, namzetên Partiya Çep a Kesk û gelek welatî şûn şînê.