ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin 2023-04-20 15:12:42     ENQERE - Têkildarê rapora binpêkirina mafan a 3 mehên ewil ên sala 2023'yan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn, ÎHD’a Enqereyê raporek amade kir. Li gorî raporê di 3 mehên dawî de 13 girtiyan canê xwe ji dest daye û 52 girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane û 32 girtî jî berdana wan hatiye astengkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirina mafan a sê mehên ewil ên sala 2023'yan li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn li avahiya komeleyê eşkere kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen rapor xwend û diyar kir ku di nava 3 mehan de ji 24 girtîgehên yên Herêma Anatoliya Navîn 89 û ji girtîgehên din jî 39 kesan bi giştî 128 kesan serî li ÎHD'ê dane.    Nuray da zanîn li 399 girtîgehên vekirî û sergirtî 349 hezar û 893 girtî hene û ji serê sala 2023’yan vir ve 2 jê jin bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Çevîrmen destnîşan kir ku 4 girtiyan ji ber nexweşînên li wan peyda bûne jiyana xwe ji dest dane û 4 girtî jî bi sîlehê hatine kuştin û 6 girtî jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.   Nuray anî ziman ku li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm mafê tenduristiyê yê 32 girtiyan hatiye binpêkirin û diyar kir ku herî kêm 52 girtî jî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Mahîr Ûslû jî daneyên têkildarî cezayên disiplînê û taloqkirina înfazê parve kir. Ûslû destnîşan kir ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê herî kêm mafên berdana 32 girtiyan a bi şert û serbestiya bikontrol hatiye binpêkirin.     Endamê Komîsyonê Girtîgehan a ÎHD parêzer Ûmît Can Akbulut jî diyar kir ku derbarê van sê mehên salê de çend girtî hatine sewqkirin daneyên bi dest nexistine û 8 girtiyan daxwaza desteka hiqûqî kiriye. Akbûlût destnîşan kir ku ji bo dawî li binpêkirinên mafan, îşkence û muameleya xerab were anîn ew Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar vedixwînin wezîfeyê û berpirsiyariyê.