Çûn serdana gora Denîz Poyraz 2023-04-20 14:34:17   ÎZMÎR - Malbat û namzetên rêxistina Partiya Çep a Kesk, bi minasebeta Cejna Remezarê çûn serdana gora Denîz Poyraz.    Denîz Poyraz di 17'ê hezîrana 2021'ê de di encama êrişa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de ji hêla Onur Gencer ve hat qetilkirin. Malbata Denîz, namzetên Rêxistina Partiya Çep a Kesk, Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer çûn serdana goristana Denîzê.    Li goristanê namzeta Partiya Çep a Keskê û di heman demê de parêzerê dosyayê Abdulmecit Yildirim axivî û go: "Soz dane Denizê û dê soza xwe bînin cih. Ji bo jiyaneke bi rûmet û aştiyane dê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi hêz in û em hêza xwe ji dayik û bavê Denîzê digirin."   Dayika Denîz Fehîme Poyraz jî axivî û diyar kir ku heta kujerên rast derxin holê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Piştre heman kom çûn serdana gora Dîlan Kortak a ku di 3'yê kanûna 2015'an de li Sancaktepe ya Stenbolê di encama gulebarandina polîsan de hat qetilkirin.