Partiya Çep a Kesk li Qersê ye 2023-04-20 13:30:16     QERS - Partiya Çep a Kesk li navenda Qersê vekirina buroya duyemîn pêk anî. Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, li vir axivî. Gulistanê got:"Me dest pê kir em tên. Em ê AKP'ê bişînin ser sergoyê dîrokê."    Partiya Çep a Kesk xebatên hilbijartinê bê navber didomîne. Xebatên hilbijartinê li Qersê jî têr û tije derbas dibe. Partiya Çep a Kesk li navenda Qersê vekirina buroya duyemîn pêk anî û bi sedan kesî eleqeyeke mezin nîşan dan. Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, Gulcan Alp, Sertaç Çelikaleli, rêveberên navçe û bajêr tevlî vekirina buroyê bûn. Berî vekirinê welatî ber bi buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ve meşiyan. Li vir welatî bi çepik, lîlandinê govend gerandin.    'Partiya Çep a Kesk li her derê ye'   Gulistanê da zanîn li dijî zextên dewletê ew bi Partiya Çep a Kesk re têkoşîna xwe dewam dikin û got:"Me dest pê kir em tên. Ji Edîrneyê heta Qersê ji Colemêrgê heta Trakyayê ji Wanê heta Enqereyê Partiya Çep a Kesk li her derê ye. Em kêfxweş in ku em nûnerên gelekî wiha ne em nûnerên têkoşîneke wiha ne."   'Ev pergal ne qeder e'   Gulistanê bi lêv kir ku yek ji qeyranên li vî welatî jê qeyrana aboriyê ye û got:"Li vî welatî ev pergal ne qeder e. Guhertin di destên gel de ye. Dema hûn çûn ser sindoqan pîvazekê têxin bêrîka xwe û wiha li wê pîvazê binêrin û dengê xwe bi kar bînin. Em jê re êdî nabêjin pîvaz, em dibêjin birêz pîvaz. Ewqas bi nirx e."   Gulistanê da zanîn ku ew ê ji bo wekhevî û demokrasiyê li dijî zilamekî deng bi kar bînin û wiha got:"Çi dibe bila bibe em ê îktidara AKP-MHP'ê têk bibin. Em ê AKP'ê bişînin ser sergoyê dîrokê."    'Cotkarî û ajalvanî nikare bê kirin'   Li vir Gulistanê bal kişand ser pirsgirêkên li bajêr û wiha got:"Li bajarê ku debara xwe bi ajalvaniyê dike bazara ajalan girtiye. Ev bajar bi tûrîzma zivistanê debara xwe dike. Lê belê bend çêkirin û berf nabare. Ji ber buhabûna mazot, êm û gubre li bajêr êdî cotkarî jî nabe."   Piştre buro hat vekirin.    Tevî namzetan, rêveberên navçe û bajêr çûn serdana esnafên li bajêr.