Ji HDP û Partiya Çep a Kesk peyama cejnê 2023-04-20 12:20:49     ENQERE - HDP û Partiya Çep a Kesk peyama cejnê weşand û got:"Em dikarin di 14'ê Gulanê de vê axa em li ser in ji bo gelê xwe veguherînin cejnên mayinde."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk peyama Cejna Remezanê weşandin. Herdu partiyên cejna gel pîroz kir bal kişandin ser hilbijartinên 14'ê Gulanê.    Di peyamê de wiha hat gotin:"Em vê cejnê bi êş û hêviyê pêşwazî dikin. Em kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi hesret bi bîr tînin. Bi soza me daye wan divê em guhertineke rast pêk bînin. Niha dema hembêzkirina hev e. Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin û em ê hêviyê, bextewariyê bi hev re mezin bikin.Em dikarin di 14'ê Gulanê de vê axa em li ser in ji bo gelê xwe veguherînin cejnên mayinde."