Ji TEV-DEM'ê peyama Cejna Remezanê 2023-04-20 11:18:16     NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê Cejna Remezanê li hemû pêkhateyan pîroz kir û daxwaza aştiyeke mayinde kir.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi munasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand. TEV- DEM'ê Cejna Remezanê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê, civaka îslamî, malbatên cangoriyan, birîndarên şer û şervanên azadiyê pîroz kir û hêvî kir ku li seranserî Sûriyeyê aştî pêk were.   TEV-DEM'ê di peyama xwe de bal kişand ser ser dagirkeriyê û got ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk û vegera koçberên Sûriyeyê ya li warê xwe têkoşînê bidomîne.