Wê di 26'ê Nîsanê de li Wanê mîtîng bê lidarxistin 2023-04-20 10:23:13   WAN - Wê Partiya Çep a Kesk di 26'ê Nîsanê de li Wanê mîtîngê li dar bixe.    Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wê gelek cihan mîtingan li dar bixe. Wê Partiya Çep a Kesk di 26'ê Nîsanê de li Wanê mîtîngê li dar bixe. Jinan bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Buroya Hilbijartinê ya Jinê ya li Kolana Cumhuriyetê ragihandin û gotin ew ê di 26'ê Nîsanê de mîtinga jinê li dar bixin.    Ji bo mîtinga 26'ê Nîsanê bang hat kirin   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAY-DER, Komisyona Jinê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk û gelek jin tevlî bûn. Ji parêzerên OHD'ê Ebru Demirtepe da zanîn di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ya herî girîng ew e ku rengê jinê derkeve pêş. Ebruyê herkes vexwend mîtinga wê di 26'ê Nîsanê de bê lidarxistin.    Wê Pervîn Buldan tevlî bibê   Wê Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan jî tevlî mîtinga wê di 26'ê Nîsanê de saet di 12.00'an de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin bibe. Her wiha wê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk jî wekî axaftvan tevlî mîtingê bibin. Wê hunermend Xecê jî di mîtingê de stranên xwe bistirê.    Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" çepik, tilîlîyan bi dawî bû.