Dildara EŞÎK’ê: Pergala fermuarê fêm kirin lê şaş fêm kirin 2023-04-20 09:04:05   ENQERE - Parêzer Merve Çîftçî diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de partî dîsa nûneriya wekhev esas nagirin û wiha gotin: “Wan pergala fermuarê fêm kirin lê şaş fêm kirin. Me got bila yek jin yek mêr be. Lê wan got yek CHP, yek DEVA û yek jî Saadet be. Di siyasetê de nûneriya wekhev mafekî demokratîk e.”   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek nêz ma û partî dîsa di lîsteyan de di kotaya jinê de nûneriya wekhev bi dest nexistin. Namzetên jin kêm in û yên hatine nîşandan jî di rêzên dawî de ne. Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) parêzer Merve Çîftçî der barê nûneriya wekhev û pergala fermuar a şaş hatiye fêmkirin de axivî.   ‘Me encam negirt’   Merveyê diyar kir ku wek EŞÎK'ê der barê namzetên jin de xebat meşandine û mêze kirine ku jinên namzet hatine nîşandan ji cihên dikarin bên hilbijartin yan na. Merveyê wiha got: “Bêyî Partiya Çep a Kesk û TÎP’ê jin pir kêm hatine nîşandan. Di Partiya Çep a Kesk de rêjeya jinê ji sedî 42 ye û ya partiyên muxalefetê ya CHP’ê ji sedî 26 e. Mijarek din jî ev e ku rêjeya jinên tên hilbijartin û mêrên tên hilbijartin e. Me wek EŞÎK'ê der barê nûneriya wekhev de name ji partiyên siyasî re şand. Lê me beramberê vê negirt.”   ‘Şaş fêm kirin’   Merveyê daxuyakirin ku di nameya şandine de behsa pergala fermuarê kirine û meclîsek çawa dixwazin kirine. Merveyê wiha dirêjî dayê: “Wan pergala fermuarê fêm kirin lê şaş fêm kirin. Me got bila yek jin yek mêr be. Wan wek, yek ji CHP yek ji DEVA yek ji Saadetê fêm kir. Tiştê me dixwest fêm bikin lê dîsa bi zimanê serdest ê mêr fêm kirin.”   ‘Hewl didin mafên jinan bikin mijara bazara tifaqê’   Merveyê diyar kir ku di nameyê de 5 daxwazên lezgîn ên wek pêkhatine Peymana Stenbolê, wezareta jinê, wekheviya îstîhdamê, wekheviya di perwerdeyê de, mafê welatîbûnê û mafên jinan ên di Qanûna Medenî de cih digirin anîne ziman û gotin divê teqez di 15’ê Gulanê de pêk bên. Merveyê got mixabin her çiqas li ser van disekinin şûnde dikevin û herî dawî beriya erdhêjê daxwaza wan guherîna destûra bingehîn bû û got: “Em her tim têdikoşin. HUDA PAR û Partiya Refaha Nû mirovan dikin fikaran. Niha HUDA PAR mafên jinan dike mijara bazara tifaqê. Em li dijî vê ne. Hewl didin meclîseke ku mafê jinan bikin mijara bazarê ava bikin.”   ‘Meclîsek bi xof’   Merveyê balkişand ser lîsteya namzetên partiyan û nirxandina ‘meclîsek bi xof’ kir. Merveyê da zanîn ku parêzerê ku kujerê Şule Çet qetil kir jî ji partiya Zafer bûye namzet û got: “Ev ne tenê ji bo vê partiyê tenê. Di partiyên din de jî ev heye. Gumanbarên îstîsmarê hene. Kesê îdiaya destdirêjiyê li ser hene, di lîsteyên namzetiyê de ne. Em dibînin ku ev ne li gorî liyakatê li gorî hêz û mêr tecrîh tê kirin.”   Merveyê di dawiyê de wiha vegot: “Wekhevî mafekî demokratîk e. Divê ev li her derê hebe. Di erdhêjê de jî jin hîna têkoşîna hebûnê didin.  Nûneriya wekhev mafekî demokartîk e. Me wek EŞÎK'ê di xebatên xwe de ev anî ziman.”