ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-20 09:00:00     * Namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, diyar kir ku li Rojhilata Navîn jinên kurd bi berxwedana xwe dîroka jinê ji nûve dinîvsîne û got: "Em hêza xwe ji têkoşîna wan jinan digirin. Lewra jî em ê destûrê nedin ku destkeftiyên jinan bên xespkirin. Em ê hem li meclîsê û hem jî kolanan têbikoşin." BI DÎMEN    * Derbarê cezayê ku li gumanbarê destdirêjiyê çawîşê pispor Musa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er, hat birîn, îtîrazên hatin kirin hîna encamek negirtiye. Parêzerê malbata Îpekê, Dorşîn Şikgenç da zanîn ku hîna dosya li dadgeriyê ye û şopdarê dozê ne. BI DÎMEN (DOSYA)   *Jin bi Hev re bi Hêz in, piştî doza Denîz Poyraz daxuyanî dabû. Dîdar Gul ku di daxuyaniyê de axivî, bi hinceta heqeret li Wezîrê Karê Hundir kiriye doz hat vekirin. Dîdar Gul diyar kir ku wê heqeret nekiriye balkişandiye se sûcên hatine kirin û ji bo rûniştina ku wê 21’ê îlonê de bê dîtin banga  piştgiriyê kir. BI DÎMEN    *Namzet Partiya Çep a Kesk û Mirova Şemiyê Ayşe Tepe ku têkoşîna xwe wek Mirova Şemiyê didomîne îro bi Partiya Çep a Kesk re kiriye yek û got: “Partiya Çep a Kesk rihê berxwedêr yê jinên kurd jî wek mîrate digire û wê ji bo hemû jinan bibin çavkaniya hêzê.” BI DÎMEN    *Namzeta Partiya Çep a Kesk a bajarê Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, destnîşan kir ku xebatên wan ên li Sêrtê kelecaneke mezin didinê û got: “Hem pergal û hem jî zîhniyeta feodal jinan asteng dikin. Ji ber vê zîhniyetê deng û rengê jinê nayê xuyakirin. Ez ê li hemberî vê bibim dengê jinan." DÎMEN HEYE   *Parêzer Merve Çîftçî diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de partî dîsa nûneriya wekhev esas nagirin û wiha gotin: “Wan pergala fermuarê fêm kirin lê şaş fêm kirin. Me got bila yek jin yek mêr be. Lê wan got yek CHP, yek DEVA û yek jî Saadet be. Di siyasetê de nûneriya wekhev mafekî demokratîk e.” DÎMEN HEYE