YSK’ê lîsteya namzetan erê kir 2023-04-19 21:21:28   ENQERE - YSK'ê lîsteya dawî ya namzetên parlementeriyê erê kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YKS), lîsteya dawî ya parlementeriyê ya dema 28'an erê kir.    Partiyên siyasî lîsteyên xwe yên parlementeriyê di 9'ê Nîsanê de dabûn YSK'ê. YSK'ê jî ji bo temamkirina kêmasiyên di lîsteyê de heya 11'ê Nîsanê wext dabû partiyan û di 15'ê Nîsanê de jî lîsteya namzetan a demborî eşkere kiribû.  YSK'ê îro lîsteya dawî erê  kir. Lîste dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Piştî ku lîsteya dawî di Rojnameya Fermî de bê belavkirin, dê pûsûleyên rayan jî bên çêkirin.     Pêvajoya propagandaya hilbijartinê dê di 13'ê Gulanê de temam bibe û gel dê di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan.